Bavê leşkerê piştî ‘gefê’ mirî hat dîtin: Berpirsiyar fermandare 2020-08-04 10:47:48 NAVENDA NÛÇEYAN – Bavê esker Osman Ozçalimli yê piştî “gef lêhat xwarin” û şûn de mirî hat dîtin Ahmet Ozçalimli, diyar kir ku kurê wî hatiye kuştin û berpirsiyarê kuştina kurê wî fermandarê lê geriya ye û tiştên qewimîne vegotin.    Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga ya Îzmîrê eskertî dikir û ji bavê xwe re gotibû "Gefan li min dixwin" û bi awayekê jiyana xwe ji dest dayî hatibû dîtin, li Gundê Naxşan ê navçeya Dîgorê ya Qersê hatibû definkirin. Xizmên Ozçalimli, destûr nedabûn ku esker beşdarî merasîma cenaze bibin û ala Tirkan a li ser tabûta wî jî rakiribûn.  Bavê Osman Ozçalimli Ahmet Ozçalimli derbarê mirina biguman a kurê de ji Rojnameya Yenî Yaşamê re axivî û diyar kir ku berpirsiyarê mirina kurê wî fermandarê li wî geriya ye.    AXFTINA XWE YA BI FERMANDAR RE VEGOT   Bavê Ozçalimli, anî ziman ku kurê wî serê siba cejnê li wî geriyaye û jê re wiha gotiye: “Bavo ez li vê derê di zorê de me. Li vê derê bela xwe li min didin. Heqaretan li min dikin.” Bavê Ozçalimli, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Min ji kurê xwe got ‘Were’, wî ji min re got ‘ma ezê çawan werim.’ Dûre min jêre got, ‘Sebir bike, ka ez bi fermandarên tere biaxivim û hevdîtin bikim. Dibe ku mirovên bi wijdan bin. Ji bo ku hin bibim mijar çiye.’ Dûre ez gelek car li girtîgehê geriyam. Min nekarî ez xwe bigihînim kesekê. Piştre ez li 156’an geriyam. Kesekê bersiva min da. J imin re gotin, ‘Na, ez nizanim, efser tuneye, mijarek biçûke wê çareser bibe. Ezê lê meze bikim. Wê hel bibe.’ Gotin cejne û ez bi vî awayî ewiqandim. Serê sibê heya şevê ez pêre mijûl bûm. Bi tu awayî kesek bi min re eleqedar nebû. Ez ne şaşbîm saet 10 şevê yekê li min geriya. Ji min re got, ‘Ez Abdullah çawişê pisgorim. Ez fermandarê  bolukê me. Derbarê kurê te de tu pirsgirêk tuneye.’ Dûre hinek bejî dile min rehet bû. Lê di heman demê de nerehetiyek jî min re çêbû. Min lave jê kir. Min got kurê min dibêje ew di zorê deye. Heqaretê li wî dikin û ji wî re dibêjin xayînê welat. Got, ‘Na tiştek wisan tuneye. Ez bi wî re axivîme. Mijarek biçûk bû. Ne tiştekê ku bê mezin kirine. Apo tu qet merek neke.’ Min ne dizanî ku ez xapandim. Min jê re got, ‘Kurê min emanetê teye. Li gorê min xwedî derkeve. Min ew şand leşkeriyê.’ Bi şev bû, ji xwe êdî min ne dikarî tiştek din bikim. Lê piştî telefona fermandar, di wê saetê de her halde  kurê min înfaz dikirin. Kurê min kuştibûn.”   ‘FERMANDAR BERPIRSIYARE’   Bav Ozçalimli, dest nîşan kir ku kurê wî nû çûbû Îzmîrê û wiha bilêv kir: “Ew 4 rojbûn kurê min çûbû wê derê. Ji Çanakkale çûbû wê derê. Hîna kes nas nedikir. Fermandar Abdullah ê bi şev bi telefonê li min geriya berpirsiyarê her tiştiye. Çawan dibe ku hem fermandarê bolukê be û hem jî bi telefonê li min bigere? Serê sibê jî, li min geriya û min re got kurê te di nexweşxanê deye. Min jê re got, ‘Ka we gotibû her tişt başe? Kurê min çima di nexweşxanê deye? Tu tiştekê kurê min tune bû. Gelo te çi ji kurê min kir? We çi ji kurê min kir we kurê min kuşt. We çawan kir?’ Bi awayekê aşkere ez dibêjim kurê min kuştin. Rewş eve.”    Ozçalimli, diyar kir ku kurê wê ne kesek polîtîk bû û wiha bilêv kir: “Kurê min dibistana lîseyê qedan dibû. Nû çûbû leşkeriyê. Di 29-30’ê Hezîranê de çû eskeriyê. Tenê 33 roj eskertî kir. Kurê min hîna nû bû.”   ‘YEK GOT KETIYE, YEKÊ DIN JÎ GOT ÎNTÎHAR KIRIYE’    Bavê Ozçalimli, di rêze axaftina xwe de wiha got: “Li morgê dem amin li cenazeyê kurê xwe mêze kir, şopên derbê li ser canê wî hebûn. Kurê min ne ket. Kurê min hat înfazkirin. Kurê min kuştin. Min bertek nîşanî Qeymeqamê Dîgor Qersê, Midûrê Ewlekariya Navçeyê û Fermandarê Cendirmayan ê Navçeyê yên hatin berderiyê min da. Ji min re gotin kurê te krîza dil derbas kiriye. Min got kurê min hatiye kuştin. Baweriya min bi we nayê. Gotin wê otopsiya wî derkeve. 10 deqe şûnde, vê carê ji min re gotin ‘kurê te întîhar kiriye.’ Piştî 10 deqeyên din jî gotin, ‘kurê te ji kata 2’yemîn ketiye.’ Îro li her deverên tevahiya cîhanê kamera hene. Ma qet dîmenên kamerayan tuneye? Kamerayan bînin û nîşan bikin. Wê demê dê xuya bike ku ka kurê min întîrhar kiriye yan na? Wê her tişt aşker bike. Ez dixwazim bibînim ka xwe avêtiye yan na. Ger lêxistibîn jî, ez dixwazim bizanibim ka kî lêxistiye. Bila vê nîşanî min bikin. Min ji qeymeqam re jî got. Min got, divê dewlet delîlan nîşanî min bike. Wê demê encex ez qane bibim.”   ‘BAWERIYA MIN BI RAPORÊ NAYÊ’   Bavê Ozçalimli, da zanîn ku li balafirgehê merasîma eskerî kirin, lê li gund wî destûr neda ku merasîm bê lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min destûr neda ku kurê min bi alê defin bikin. Dîsa min nexwest ku merasîma eskerî bê lidarxistin. Wê rapora  otosiyê derkeve, lê qet baweriya min bi vê raporê jî nayê.”