Tespîta Ocalan a ji bo Îranê: Dibe ku em li Îranê bibin şahidê şerê modernîteyê 2018-01-03 09:20:42 STENBOL – Tespîtên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê rewşa Îranê de kiribûn rast derketin. Ocalan gotibû “Em ê di demek nêzîk de li Îranê bi awayekî pir cidî bibin şahidê şerê moderniteyê."  Li Îranê hefteyek e gel li dijî rejîmê rabûye ser piyan û li kolanan çalakiyan pêk tîne. Gel ji bo daxwazên xwe yên aborî, bîne ziman li dehan bajaran şev û roj li kolanan çalakiyan pêk tîne. Gelê Îranê di dawiya 2017'an de dest bi çalakiyan kir û di serê salê de jî çalakiyên gel berdewam dikin. Gel bi dirûşmeyên “Bila dîktatorî hilweşe","Em azadiyê dixwazin" bi awayekî zelal daxwazên xwe tînin ziman. Di çalakiyên li Bajarên Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê rû da de yek jê polîs bi giştî 27 kesan jiyana xwe ji dest da.    Piştî ku ev bûyerên li Îranê pêş ketin analîz û pêşdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku berê bi raya giştî re parve kirin gel hişyar kir yek bi yek rast digere. Ocalan beriya darbeya 15'ê Tîrmehê AKP hişyar kiribû û xwestibû ku diyalogê qut neke. Lê piştî Serokê AKP'ê Erdogan mase nas nekir û dawî li diyalogê anî û darbeya 15'ê Tîrmehê pêk hat. Ocalan berê ji bo Kerkuk, Rojava, Şengal û gelek bajarên din jî hişyarî kiribû. Ji ber ku analîz, hişyarî û pêşniyarên Ocalan li Rojava li ber çavan hatin girtin niha modelek nû tê avakirin. Gel eleqeyek mezin nîşan dide. Lê ji ber ku Hikûmeta Herêma Federe pêşniyar û hişyariyên Ocalan ên der barê Kerkuk û Mûsûlê de li ber çavan negirtin, hatin dagirkirin û ji dest çû. Ocalan, di Pirtûka Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê ya di 2012'an de hat çapkirin de disa der barê Îranê de jî analîz, hişyarî û pêşniyar kiribûn.    ‘DI ÇANDA ÎRANÊ DE LÊGERÎNA HEQÎQETÊ BI HÊZ E'   Ocalan di parastina xwe de wiha gotiye: “Bi taybetî Îran kevneşopiya pir kûr a dewletê esas digire. Qaşo bi vî rengî difikire ku dê li dijî modernîteya kapîtalist bi ser bikeve. A rastî dixwaze îmajek wisa bide xuyakirin. Bi vê yekê difikire ku dê ji aliyê pergalê ve bê qebûlkirin." Ocalan di parastina xwe de diyar kiriye ku destgirtina dîrokê ya bi vî rengî serfkariya herî çavnebar e û wiha pênase dike: “Bi tevlihevkirina modernîteyê bi kevneşopiya dîrokî re û kevneşopiya dîrokî jî bi modernîteyê re difikire ku Netew Dewletê rizgar bike. Ev tenê bi 'Qurnaziya Aceman' dikare bê îzahkirin. Ji ber vê yekê pêşeroja nêzîk a Rojhilata Navîn dê li ser Îranê teşe bigire. Îran navenda niqaşên sereke ya moderniîteyê ye. Her çend Şia nijadperestiyê ji xetê derxe jî, niqaşên bîrdozî û politîk ên li ser moderîteyê dê berdewam bike. Gelê Îranê modernîteya kapîtalist ji gelên din bêtir nas dike. Xuyaye ku bi biryar e li dijî modernîteya kapîtalîst serî danîne. Nîjadperestiya Şia çiqas dij-îslamî, dij Emerîkî û dij Rojavayî sexterakiyê bike jî nikare rê li pêş lêgerîna gelên Îranê ya modernîteya demokratîk bigire. DYA û Îsraîl jî bibin yek dê nikaribin bi sekna xwe ya maske rê li pêş lêgerîna gelan bigirin. Di çanda Îranê de lêgerîna heqîqetê pir bi hêz e."    ‘EM DIKARIN JI ŞERÊ MODERNÎTEYÊ RE BIBIN TANG'   Ocalan di berdewana parastinê de bal dikişîne ser dîroka çanda jiyana komînal a Îranê û wiha cih dide parastinê: "Ji ber vê yekê di dîrokek nêzîk a Îranê de em dikarin bibin şahidê şerê moderniteyê. Şoreşa Îslamî ya 1979'an şerê modernîteyê bû. Lê ji rê derxistin. Gelê Îranê dersên ku ji vê şoreşê û şoreşên din derxistine, dibe ji bo hemû Gelên Rojhilata Navîn bibe qîrinek û hêzek. Dikare re li pêş pêşketinên şerê moderniteyê û dîroka Rojhilata Navîn yên nû veke. Ji ber vê yekê niqaşên modernîteya demokratîk xwedi rûmetek giranbuha ye. Rê nîşan dide."    ‘ŞENSA SERKEFTINÊ YA OLÎGARŞIYA ŞÎA'YA ÎRANÊ PIR KÊM E'   Ocalan di parastina xwe de sedema pirsgirêkê jî analiz dike û wiha dibêje: “Her çend bi giranî li ser gotinê be jî, Oligarşîya Îranê îro bi Îsraîlê li ser Rojhilata Navîn di nava şerekî hegemonik de ye. Bi taybetî xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê wekî qozekî duyemîn girtiye dest. Kevneşopiya Şia di dîrokê de her dem li pey hegemonyayê baz daye. Îrana Hegomonîk a bi hezaran salan wekî çekekê li pişt xwe diparêze. Lê di şertên modernîteya kapîtalîst de hêza xwe pir mezin dike. Di serdema ku pergal di asta herî jor de kurewî bûye de, ger ku tercîhek kokdar a moderniteyê pêş nekeve şensa serkeftinê ya Şîaya Îranê pir kêm e."    Ocalan, da zanîn ku Olîgarşiya Şîaya Îranê xwe dişibîne welatên BRIC(Breziya, Federasyona Rusya, Hindistan-India, Çîn) û hesabê avakirina blokan dike û wiha tespît kiriye: "AKP'ê hewl da Komara Duyemîn li ser bingeha dij-PKK ava bike. Dixwaze îtîfaqa xwe bi Sûriye re mezin bike. Tu qîmetê van hesaban tune ye. Hem Netew Dewletên herêmên din û hem jî li pêş netew dewleta Îranê du riyên çareseriyê hene. Ya yekemîn wekî rejîma Şahtiyê an dê bi pergalê re li hev bike. Olîgarşiya Şia ji vê yekê re amade ye. Lê pergal wê wekî wê qebûl nake.    Lê hevdîtinên ji bo li hevkirinê tên kirin, an bi riya aştiyê an jî bi riya şer divê di lehê hêzên hegomonîk ên kapîtalîst de bi encam bibe. Dema çareseriya pirsgirêkan a Rêya duyemîn jî tê rojevê, vê carê qutkirina radîkal a ji pergalê dê bibe mijara gotinê. Ev jî hem Olîgarşiya Şia û hem jî Hezên Hegomonîk ên Rojavayî (di serî de İsrail) dema bê çare û bê hêz bimînin neçare çareseriya modernîteya demokratîk  têxin nava tevgerê.   MA / Sadiye Eser