‘Rizgarî bi berxwedaneke pev re pêkan e' 2020-08-04 09:00:43   AMED - Jinan diyar kir ku bi hedefgirtina Peymana Stenbolê re zemîna "komkujiyên jinan" tê amadekirin û gotin, rizgarî bi "rêxistinbûn û berxwedana pev re" pêkan e.    Her diçe şideta li dijî jinan û cinayetên jinan zêdetir dibin. Ligel vê niha jî îqtidara siyasî Peymana Stenbolê hedef girtiye. Her wiha bertekên rêxistinên û gelek derdoran ên li dijî vê yekê jî didomin.    ‘BERXWEDANEKE MEZINTIR'    Endama Meclîsa Jina ya Sosyalîst (SKM) Ayşe Esmer, hewldanên ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê wekî "polîtîkayên dijminatiya jinan dikin" şîrove kir û got: "Her êrîşa li dijî me û destkeftiyên me bi berxwedaneke hîn mezintir re rû bi rû bimîne."    Esmer, destnîşan kir ku ew ê li ber zext û zoriyan paş de gav navêjin û got: "Em li vê derê ne. Em dev jê bernadin. Êrîşên li dijî Komeleya Jinan a Rosayê, TJA'yê û jinên sosyalîst tu carî bi ser nekevin. Ev êrîş jî nîşan didin ku bê ak çi qasî ji hêz û têkoşîna jinan ditirsin."    ‘HAYA WAN JI PEYMANÊ TUNEYE'    Esmer, anî ziman ku ên li ber peymanê radibin haya wan ji xalên peymanê tuneye û got: "Îqtidar û alîgirên wê ku carekê jî Peymana Stenbolê venekirine û nexwendine, radibin destdirêjiyê dikin. Heman îqtidar nikare Gulîstan Dokû ya bi mehan e windaye bibîne. Ev îqtidar, ew îqtidar e ku ji bo jinên tên kuştin gotinekê jî nake, ser tacwiza Fatma Altinmakasê digire û îstismarkirina zarokan rewa dbîne. Haya me ji êrîşan heye. Em ê li ber van êrîşan têkoşîna xwe xurtir bikin."    RIZGARÎ; RÊXISTINBÛYÎN Û BERXWEDAN E    Esmer, anî ziman ku tekane rizgariya jinan "rêxistinbûyîn û berxwedana pev re ye" û got: "Em ê dev ji têkoşîna xwe ya li dijî feraseta ku karê malê li jinan ferz dike û hemû êrîşan di bin navê 'fitratê' de rewa dike, bernedin. Li dijî fitrata wan berxwedana me heye. Wê tu êrîş û terora binçavkirinê nikaribe têkoşîna me ya azadiyê rawestîne. Her ku êrîş bikin em ê li ber xwe bidin. Tekane rizgariya jinan rêxistinbûyîn û berxwedana pev re ye."    ‘ZEMÎNA KOMKUJIYAN AMADE DIKIN'    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez jî destnîşan kir ku vekişandina ji peymanê tê wateya "jin ji jiyanê tên qutkirin." Gulmez, bibîr xist ku di meha Tîrmehê de 30 jin hatine kuştin û got: "Xwevekişandina ji Peymana Stenbolê, amadekirina zemîna ji bo komkujiyan e. Her roj gelek jin tên kuştin. Divê careke din girîngiya Peymana Stenbolê bê bibîrxistin."    Gulmez, destnîşan kir ku di serî de jinên kurd û bi giştî jî hemû jin li azadî û heqşqetê digerin û got: "Êrîşa îqtidarê ya li ser nasnameya jinê ev e; 'Hûn jin in, heger lêgerîna we ji bo azadiyê be, naxwe mirn di heqê we de ye.' Jinan ev peyam girt. Lê bersiva me ya ji bo vê peyamê pir zelal e. Em ê li dijî feraseta ku dixwaze me hepsî malan bike li kuçeyan bin. Em ê li her derî mafê xwe yê gotinê bi kar bînin."    MA / Arjîn Dîlek Oncel