ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-04 09:00:03   * Jinan diyar kir ku bi hedefgirtina Peymana Stenbolê re zemîna "komkujiyên jinan" tê amadekirin û gotin, rizgarî bi "rêxistinbûn û berxwedana pev re" pêkan e.    * Ji kesên ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî kuta kirine, îsal tenê 2 jê hatine wezîfedarkirin. Berdevkê Înîsîyatîfa Mamosteyên Kurdî Mehmet Ay diyar kir ku heta pergala perwerdehiya yekzimanî ji holê ranebe wê kurdî her tim sînordar be.    * Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî bi boneya balê bikişîne ser rewşa Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal dê li pêş Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)    * Malbata Budak bi minasebeta 5'emîn salvegera Vatan Budak ê di komukjiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da dê li Goristana Gaziosmanpaşa ya Stenbolê Budak bibîr bînin. (11.50)    * Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne dê li pêş Nexweşxaneya Sadi Konuk a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)