Li Farqînê agir bi daristanê ket 2020-08-03 22:46:21       AMED - Li gundê Xapa, Mala Hirmo û Çiyayê Hecî Çerkez ên girêdayî Farqînê şewat derketiye û gelek dever şewitîne.   Li herêma gundê Xapa, Mala Hirmo û Çiyayê Hecî Çerkez ên girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê ji pêr ve agir bi daristanê ketiye û bi mudaxileya gundiyan îro hat vemirandin. Gundiyan ragihand ku şewat bi zanebûnî agir bi daristanê hatiye xistin û bi derfetên xwe yên heyî agir tefandine. Her wiha gundiyan ragihand ku ji ber agir bi sedan donim şewitiye.    Salên berê jî li vê herêmê şewat derketibû û dar û devî şewitî bûn.