Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 5 hezar û 747 2020-08-03 20:16:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 995 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 995 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 233 hezar û 851 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 747.