Li Qoserê 500 donim zevî şewitî 2020-08-03 20:57:58   MÊRDÎN- Îro danê nîvro agir bi zeviyên gundê Erbanê yê navçeya Qoserê ket û bi qasî 500 donim zevî şewitî.   Li gundê Erbanê yê Qoser a Mêrdînê agir bi zeviyan ket. Şewata ku danê nîvro saet li dor 12:00'an dest pê kir, bi mudexeleya xebatkarên agirkujitê û gundiyan temirî. Ji ber şewatê 500 donim zevî şewitî.