Berteka qirkirinê: Wê Şengal qet neyê jibîrkirin 2020-08-03 17:26:30   NAVENDA NÛÇEYAN – Di salvegera 6’emîn a Komkujiya Şengalê de bertek li komkujiyê hatin barandin. Li gelek bajaran bi çalakiyan komkujî hat şermezarkirin û ji êrîşên didomin re bertek hatin nîşandan.     Di 6’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ku di sala 2014’an de pêk hat de li gelek bajaran bi daxuyaniyan komkujî hat şermezarkirin û kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku bi êrîşên ku pêk hatin gefa qirkirinê ya li ser êzidiyan hê jî didome. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê a êzidî Feleknas Ûca, bi van gotinan bertek nîşanî komkujiyê da: “Li şûna ku birînên Şengalê bipêçin, bi bombeyan êrîşî Şengalê dikin.”   ÊLIH    Li Êlihê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Têkoşîna ji bo Jinên ku bi Darê Zorê Hatine Desteserkirin, ji bo 6’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê DAIŞ’ê hat kirin, daxuyanî dan. Daxuyanî li ber rêxistina bajar a HDP’ê hat dayîn û parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Ûca, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê û DBP’ê tevlî bûn.    Polisan, beriya daxuyaniyên jinan dorpêç kirin û gefa birîna cezayê mesafeya fizîkî li wan xwar. Piştî nîqaşa ku derket, polisan, cezayê mesafeya fizîkî li jinan birî û wisa destûr dan ku daxuyanî bê dayîn.    CÎHAN BÊ DENG MA   Parlamenter Feleknas Ûca, destnîşan kir ku 3’ê tebaxê rojeke reş a dîrokê ye û ev tişt got: “Li ber çavê dinyayê li Şengalê komkujiyeke hovane pêk hat. Bi hezaran jin û zarokên êzidî hatin revandin. Hê jî aqûbeta 3 hezar jinan nayê zanîn. Di şexsê jinên êzidî de komkujî li hemberî hemû jinên Cîhanê û Rojhilata Navîn pêk hatiye. Di demeke nêz de DAIŞ’iyan 3 jinên êzidî anîn Enqereyê. Sêrkêşê çeteyên DAIŞ’ê çawa heta Enqereyê tê? Zarokên êzidî li Şengalê hatin revandin û DAIŞ wan tîne Dîlok û Kirşehîrê. Ev kîjan hiqûq e?”   Di berdewamê de Ûca, bi bîr xist ku 74 ferman bi ser êzidiyan ve hatiye û qet serê xwe netewandine û ev tişt anî ziman: “Dema em qala birîna Şengalê dikin, dibêjin ku dê ceza bibirin. Hûn çi ceza didin bidin. Piştî Komkujiya Şengalê Tirkiyeyê 5 caran êrîşî Şengalê kir. Li şûna ku birînên Şengalê bipêçin, bi bombeyan êrîşî Şengalê dikin. Hemû dinya ji komkujiyê re bêdeng ma. Wê Şengal qet neyê jibîrkirin.”   WAN    Meclîsa Jinan a HDP’a Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya salvegera qirkirina êzidiyan li hewşa avahiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Wêneyên jinên êzidî bi daran ve hatin daqiqandin. Endama Meclîsa DBP’ê Hatîce Kiye daxuyaniya hevpar da û diyar kir ku jinên êzidî ji ber komkujiyê neçar mane koçber bibin û welatê êzidî çûnê bi cûdahiyê re rûbirû mane. Kiye da zanîn ku ferman li ser fermanê li cijî civaka êzidî pêk hatin û bi qirkirina çandî û bawerî re hevrû hatine hiştin.    ‘BILA WEK ROJA NAVNETEWÎ WERE NASÎN’    Kiye xwest 3’ê Tebaxê wek “Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Nijadî” were nasîn û bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mafnasî yên cîhanê kir ku ji bo civaka êzidî berpirsiyariyê deyne ser milê xwe.    Piştî daxuyaniyê ji bo qûrbaniyên êzidî rêz hat girtin. Bi dû re şanoyek li dijî komkujî û tecawizan hatibû amadekirin hat nîşandan. Jinên dengbêj stran gotin. Çalakî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.    HATAY    Rêxistna HDP’ê ya Hatayê jî têkildarî salvegera Komkujiya Şengalê li avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Hatayê Aysel Eşîyok daxuyanî da û got: “Em li dijî her cûre êriş û tundiya zayendperest bi jinên cîhanê re têkoşîna xwe didomînin.”    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûna Hatayê jî daxuyanî da û komkujiya Şengalê şermezar kir û qûrbaniyan bibîr anî.