Li pêş nexweşxaneyê nobeta ‘Piştevaniya jiyandinê' 2020-08-03 17:16:11   STENBOL - Malbatên parêzerên girtî Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo "darizandina bi edalet" ketin rojiya mirinê, diyar kirin ku mafê zarokên wan ên jiyanê ji destê wan hatiye girtin û li pêş nexweşxaneyê dest bi nobetê kirin. Malbatan banga “ji bo jiyandinê piştevaniyê bikin" kirin.    Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku girtî ne, bi daxwaza "Darizandina bi edalet" çalakiya rojiya mirinê berdewam dikin, lê daxwaza wan li ber çavan nayê girtin. Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal, li gel rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "Girtina wan a di şertên girtîgehê de ne gunçav e" jî 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewama girtina wan da û dîsa şandin girtigehê. Tîmtîk 214 rojin di rojiya mirinê de ye û niha bêyî daxwaza wê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadi Konukê kirine. Aytaç Unsal jî 183 rojin di rojiya mirinê de ye û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiye ya Kanuni Sultan Suleyman tê girtin. Rewşa Tîmtîk û Uysal her ku diçe bêtir giran dibe. Malbatên parêzerên girtî Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo "darizandina bi edalet" ketin rojiya mirinê, diyar kirin ku mafê zarokên wan ên jiyanê ji destê wan hatiye girtin û li pêş nexweşxaneyê dest bi nobetê kirin. Malbatan banga “ji bo jiyandinê piştevaniyê bikin" kirin. Malbata Unsal li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiye ya Kanuni Sultan Suleyman daxuyanî dan û dest bi nobetê kirin. Li gel malbatê gelek parêzer û nûnerên rêxistinên din jî amade bûn. Komê di çalakiyê de dirûşmeyên “Parêzerên şoreşê rûmeta me ne", “Mudaxaleya bi zorê îşkence ye" û “Daxwazên Ebru û Aytaç qebûl bikin" berz kirin.    Li ser navê parêzeran hevjîna Prz. Engin Gokoglu Meral Gokoglu, diyar kir ku parêzerên îqtîdarê bêzar dikin wekî sûc kiribin nêzîk dibin û got: "Parêzeran ji xeynî parêzeriyê tiştekî din nekirine. Parêzer li dijî bê hiqûqiyê têdikoşin. Li dijî bê edaletî û bê hiqûqiyê ketine rojiya mirinê. Em berî her tiştî ji darazê dipirsin. Hûn li heviya çi ne? Ma gelek dijwar e hûn mafê wan ê darizandina edlî pêk bînin? Tenduristiya Ebrû û Aytaç her ku diçe xerab dibe. Ew naxwazin bimirin, Ew dixwazin ji bo darizandinek bi edalet bijîn."    Gokoglu, bang li hemû kesan kir û xwest ji bo jiyandinê piştevaniyê bikin û li çalakiya parêzeran xwedî derkevin. Piştî daxuyaniyê li pêş nexweşxaneyê dest bi nobetê kirin.