‘KHK’a Hejmara 696 ji bo provokasyonan zemînê ava dike’ 2018-01-03 09:19:31 STENBOL - Parêzer Îbrahîm Sînemîllîoglu, diyar kir ku sererastkirinên kincên yek tîpî û zirxa darazê li sivîlên bi çek kirin, ji bo provokasyonan zemîn ava dikin û êdî faşîzm dê bi her awayî xwe li Tirkiyeyê saz bike.  Bertekên li dijî KHK’a Hejmara 696’an a di çarçoveya OHAL’ê de hat derxistin berdewam dikin. Di raya giştî de pêkanîna kincên yek tîpî û zirxê darizandinê ya ji bo sivîlên bi çek hatin derxistin, wek avakirina zemîna provokasyonê tê nirxadin.   'DIBE KU ALÎGIRÊN AKP’Ê ÊRÎŞ BIKIN’    Parêzer Îbrahîm Sînemîllîoglu, diyar kir ku KHK’a Hejmara 696’an ji bo provokasyonan zemînê ava dike û wiha axivî: “Gava pêkanîna kincên yek tîpî kirin pratîkê dê li dijî vê berxwedan mezin bibe. Dema gel li derve li dijî vê pêkanê derbikevin jî dê ji wan re bêjin ‘hûn li dijî dewletê derdikevin. Ev hewldana darbê ye.’ Bi vî awayî dê alîgirên AKP’ê êrîş bikin û sûcên li hemberî vana dê derveyî darazê bên girtin. Di salên 1931’an ev li Tikiryeyê qewimîbû, lê li wîr dîrok diyar kiribûn.”   Sînemîllîoglu, anî ziman ku hikûmetê kesên di bûyerên darbeya 15 û 16’ê Tîrmehê anîn, dibe di pêşerojê de jî ji bo tevgerên demokratîk bi heman awayî van kesan bînin û mirovan bikujin.    'DEMOKRASIYA ME HÎNA DI SALÊN 1931'AN DE MA YE’   Sînemîllîoglu, da zanîn ku qanûna hejmara 1850’î ya di 20’ê Tîrmeha 1931’an de hat derxistin, biryarên ji bo kiryarên Komkujiya Zîlanê neyên darizandin îro weke qanûn cardin derxistin û wiha domand: “Bi vê yekê re wisan xuya dike ku Tirkiye dîroka salên 1931’an derbas nekiriye û demokrasiya me hîna di salên 1931’an de ma ye.”   'ARMANC KÊMXISTIN E’   Sînemîllîoglu, destnîşan kir ku bi zanebûn desthilatdariyê pêkanîna kincên yek tîpî derxist û wiha bi dawî kir: “Ji bo girtiyan di nêrîna raya giştî de kêm bixe, ev pêkanîn derxist. Ji xwe armanc ev e. Li Tirkiyeyê dibe ku sibe li dijî kincên yek tîpî bûyer derbikevin. Hişmendiya Geziyê weke darbeya li dijî hikûmetê nirxand, dê vê jî bi heman awayî weke darbeyekê binirxîne. Bi KHK’ya Hejmara 696'an dê li Tirkiyeyê faşîzmê bi saz bike. Divê em vê qebûl nekin.”