TJA'yê jinên êzidî ziyaret kirin 2020-08-03 17:01:57   MÊRDÎN - Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 6'emîn salvegera komkujiya Şengalê jinên êzidî ziyaret kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 6'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk hat, li Gundê Bacinê yê Êzidiyan ê girêdayî Mîdyada Mêrdînê jinên êzidî ziyaret kirin. Di ziyaretê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Pero Dundar, Ebru Gunay û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan amade bûn. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar bal kişand ser komkujiya li dijî Êzidiyan û wiha axivî: "Dema ku ev komkujiye pêk hat, gelek Êzidî ji nêçariya xwe koçberî Tirkiyeyê bûn. Gelek ji van ji hêla şaredariyên me ve li qampan hatin bicihkirin. Lê li gel pêvajoya tayînkirina qeyûman ev der jî belav kirin. Êzidîyan dixwest ku vegerîn Şengalê. Lê mixabin bi tu awayî alîkarî bi wan re nehat kirin. Hikûmeta AKP'ê tim û tim ji wan re astengî derxistin."   'AMADEKARIYÊN FERMANA 75'EMÎN DIKIN'   Dundar, di dawiya axaftina xwe de kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û wiha got: "Fermana 74'an li ser Êzidiyan pêk hat. Niha jî amadekariyên fermana 75'an dikin.  Niha dîsa li dijî başûr û Şengalê êrîşan dikin. Bi van êrîşan dixwazin fermana 75'emîn pêk bînin û bi vê qirkirineke xurtir bikin. Lê em destûr nadin van komkujiyan. Mesele ne Suryanî, Êzidî, Yahudiye, Erebin mesele ev hişmendiye. Îro dora Suryaniyan ve, sibê dora geleke din e. Niha li Rojava bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Lê hîna êrîşên xwe didomînin. Gelek jinên Êzidî bi zorî revandin, zilm li wan kirin. Ev komkujiyê li dinî bawerî û jinan bû. Felaketa dawiyê bê serê gel DAÎŞ bû."