Tê payîn ku der barê doza Balûken de biryarê bidin 2018-01-03 09:14:42 AMED -  Tê payîn ku dê sibê der barê doza Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê ji vê dozê 14 meh in girtiye biryar bê dayîn.  Tê payîn ku der barê doza Parlementerê HDP’ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, ku di 4’ê Mijdara 2016’an de hat binçavkirin û paşê hat girtin de sibê biryar bê dayîn. Heta niha li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn 6 danişînên vê doza ku Balûken 14 meh in ji ber girtiye pêk hatine. Ev danişîn bûn cihê gelek nîqaş û munaqeşeyan. Lewre piştî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi hewldanên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan “Pêvajoya Çareseriyê” dest pê kiribû û di vê pêvajoyê de Balûken jî wek endamekî Heyeta Îmraliyê gelek caran hevdîtin bi Îmralî û Qendîlê rê re çê kiribû û bi rolê navbeynkariyê tev geriyabû. Her wiha di vê pêvajoyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkê li ser heman maseyê gelek caran bi rayedarên dewletê re jî muzakere kirin. Li gel van rol û mîsyonên girîng jî, Balûken nîvê şevê li Enqereyê bi operasyonekê hat binçavkirin û polîsan hewl da bi destan serê wî xwar bikin. Ev dîmen 2’yê Adara 1994’an ku dema Parlemeneterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Dogan ji Meclîsê bi zorê hat derxistin anîn ber çavên mirov. Lê belê Balûken bertek nîşanî vê nêzîkatiyê dabû û ji polîsan re wiha gotibû: “Ez temsîlkarê bi sedhezaran dengî me. Tu nikarî wisa serê min xwar bikî û bibî. Hûn ê li pêşberî dîrokê hesab bidin.” Ev dîmen di dema operasyonên li hemberî hevserokên giştî yên HDP’ê û parlementerên HDP’ê de bûbû sembolek.    Serdozgeriya Komarê ya Çewligê, di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de ji ber 10 meş û daxuyaniyên çapemeniyên û axaftinên wî yên ku li ser navê partiya xwe HDP’ê di Kongreya KCD’ê axivîbû yên navbera 2011-2015’an de, der barê Balûken de îdianame amade kir. Di îdianameyê de Balûken bi tawanbariyên “Xerakirina yekîtî û yekpreyiya dewletê”, “Endamtiay rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê” û “Beşdarbûyîna wî ya meş û civînên der qanûnî” tê sûcdarkirin û der barê wî de muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Di îdianameyê de çalaki û xebatên Balûken ên di dema “Pêvajoya Çareseriyê” de ku di navbera Îmralî, Enqere û Qendîlê de hevdîtin çê dikirin jî bûn mijara dozê. Her wiha gelek dozgerên komarê yên fezlekeyan veguherandin îdianameyê di çarçoveya lêpirsîna “FETO”yê de hatin girtin û îxrackirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Çewligê ku îdianame qebûl kir, wek hincet diyar kir ku ji ber gelek sûc li bajarê Amedê pêk hatine, der barê dosyeyê de biryara bêselahiyetiyê da û dosye şand Amedê.    Tê payîn ku dê sibê der barê doza ku Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê 14 meh in ji ber vê dozê girtiye biryar bê dayîn.