‘Ava şid reşandina hudurê qawîşan, tiliyên girtiyan di mazgalan de jidandine’ 2018-01-03 09:10:04 AMED – Greva birçîbûnê ya 10 girtiyên jin a li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê 54 rojin didome. Parêzer Onder Alçîçek balê kişand ser pêkanînên li girtîgehê û wiha got. “Ava şid avêtin qawîşan, tiliyên girtiyan di mazgalan de eciqandin."  Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, 10 girtiyên jin ên li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin, 54 roj in çalakiya wan didome. Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Onder Alçîçek bi lêv kir ku, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê wan li girtîgehê hevdîtin pêk anîne û di nav binpêkirinên mafan de ferzkirina kincên yek tîpî, ragirtina li odeya bi sînger, mecbûriyeta hilgirtina nasnameyê, muameleyên kirêt zêde xwe didin der.    ‘LI TÊKETINA GIRTÎGEHÊ LÊGERÎNA TAZÎ LI GIRTIYAN TÊ FERZKIRIN’    Alçîçek got ku di demên dawî de li girtîgehan polîtîkayên şidet û çewisandinê zêde bûne. Alçîçek diyar kir ku bi taybetî jî li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ev polîtîka bi zanebûnî tên sepandin. Alçîçek got ku tiştên tên kirin derhuqûqî ne. Alçîçek destnîşan kir ku mafê sohbetê, mafê hevdîtina bi malbatan ên girtiyan tên binpêkirin û bi taybetî jî nêzî 3 mehan e li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê sepandina nasnameyê heye û ji ber ev sepandin rûmetê bin pê dike, girtî naxwazin bi kar bînin. Alçîçek got ku rêveberiya girtîgehê qada vê sepandina nasnameyê berfireh kiriye û nahêle girtî ji bilî qawîşê derkevin tu derî jî.    ‘10 GIRTIYÊN JIN 54 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’    Alçîçek bi bîr xist ku ji ber zext û zoriyên li girtîgehê 10 girtiyên jin 54 roj in di greva birçîbûnê de ne û wan der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyan de agahî wernegirtine. Her wiha Alçîçek diyar kir ku ji ber muwekîleke wê ya berasteng der barê girtiyên di grevê de agahî dane, sewqî Girtîgeh Tîpa R a Menemena Îzmîrê hatiye kirin. Alçîçek destnîşan kir ku tu hêleke qanûnî ya sepandinên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tune ne û îdareya girtîgehê ji her cure pirsgirêkên ku ji ber greva birçîbûnê xwe bidin der berpirsiyar e. Alçîçek got ku her çi qas hem di nezda îdareya girtîgehê û hem jî di nezda Wezareta Dadê de ji wan re hatibe gotin dê pirsgirêk çê bibe, lê belê heta niha wan tu tiştekî erênî nedîtiye û wan ev yek di hevdîtinên xwe yên li girtîgehê de jî dîtiye.    Alçîçek destnîşan kir ku ji ber girtî û hikumxwarên siyasî sepandinên li wan tên ferzkirin qebûl nakin tên derbkirin û wan dixin odeyên yek kesî û ev tişt gotin: “Personelên girtîgehê ava şid li qawîşan reşandine, ji ber vê mirovên nexweşîna wan a astimê hene nexweşîna wan girantir bûye. Her wiha tiliyên girtiyan di mazgalan de hatine jidandin. Em li girtîgehê bi gelek binpêkirinên bi vî rengî re rû bi rû man.”    Parêzer Alçîçek destnîşan kir ku sepandina kincên yek tîpî derî karîneya mesûmiyeyê ye û dema girtî van kincan li xwe bikin wê derûniya sûcdariyê li wan peyda bibe û dema derkevin pêşberî dadgehê wê ev yek profîleke sûcdariye bide der û wê rê li ber darizandineke adil bê girtin. Alçîçek destnîşan kir ku ev rewş li dijî rêgeza mesûmiyeyê ye.