Endama KÎD’ê: Bi derxistina cenazeyan wek DAIŞ’ê tev geriyan 2018-01-03 09:06:53 STENBOL – Endama Şûrayê û Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Suheyla Înal anî ziman ku wexta duh endamên DAIŞ’ê gor texrîb dikirin, kesên ji bo vê digotin “xelet e”, îro bi xwe li Goristana Xerzanê wek DAIŞ’ê tev geriyan û 267 cenaze ji goristanê derxistin.  Hîn jî aqûbeta 267 cenzayên ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Tetwana Bedlîsê ye hatin derxistin nayê zanîn. Têkildarî mijarê malbata ji bo li aqûbeta gorên xizmên xwe bipirsin bi riyaa parêzeran serî li saziyên têkildar dan, lê belê bi hinceta biryara “nepeniyê” heye tu agahî wernegirtine.    Endama Şûrayê û Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Suheyla Înal jî bertek nîşanî vê rewşê da. Înal got ku ji goran derxistina cenazeyan û verşartina wan a ji malbatan di tu olê de cih nagire û vê yekê wek rewşeke “êrîşeke dermirovî” şîrove kir.   ‘WEK WEHŞETA BERÎ ÎSLAMIYETÊ YE’   Înal, bi bîr xist ku di îslamiyetê de baweriya mirovên ku bi Xwedê bawer dikin çi dibe bila be divê hurmeta mirov ji bo wê hebe û wiha got: “Kesê hurmetê nîşanî mirovên zîndî neke, wê nîşanî miriyan jî nekin. Li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Tirkiyeyê ev rewş aşkere xwe nîşan dide.” Înal destnîşan kir ku di demên dawî de li bajarên kurdan êrîşeke li hemberî goran heye û di îslamiyetê de cihê vê tiştê qet tune ye. Înal, li Goristana Xerzanê derxistina 267 cenazeyan şiband wehşeta serdema beriya îslamiyetê.   ‘DIVÊ BÊN DARIZANDIN’    Înal, bi lêv kir ku îslamiyetê ne tenê ji bo misilmanan, ji bo hemû mirovan rêzgiriyê ferz dike û ev tişt gotin: “Dema di civakekê de rêzgirtin tune be û li hemberî bedena mirov êrîş hebin, di tu huqûqê de cihê vê yekê tune ye. Xwazî xwe çi qasî misilman nîşan didin bila bibin, ev tê wateya ku îslamiyet neketiye dil û ruhê wan. Tenê bi gotinê heye. Eleqeya vê bi misilmaniyê tune ye.” Înal gotina Hz. Muhammed “Şikandina hestiyekî mirî, wek îşkenceya ku dema sax be lê hatiye kirin” bi bîr xist û dest nîşan kir ku divê kesên îşkence li cenazeyan kirine bên darizandin.    ‘KIRINÊN WAN Û YÊN DAIŞ’Ê HEMAN TIŞT IN’    Înal destnîşan kir ku kesên dibêjin ew misilman in û baweriya wan bi Hz. Muhammed heye, li pêyî panzêran bi kişandin cenazeyan û derxistina cenazeyan a ji goran di faşîzmê de û sûcên li hemberî mirovahiyê tên kirin de di asta herî jor de ne. Înal got ku kesên îro cenazeyan ji goran derdixînin, bi dîroka xwe û misilmaniya xwe pesnê xwe didin, lê belê di pratîkê de jî sed qatî zêdeyî zilm û wehşeta dema cahîliyeyê dikin. Înal wiha domand: “Dema DAIŞ’ê gor texrîb dikirin, cihên dîrokî bombe dikirin, mirov dişewitandin digotin ‘xelet e’. Lê belê dema em îro li kirinên wan dinihêrin wek DAIŞ’ê dikin.” Înal bi lêv kir ku ji ber kurd vîna xwe radestî faşîzmê nakin, li hemberî goran ev êrîş pêk tên. Înal got ku îktîdar bi vî awayî nefret û kînê dixe navbera gelan û divê demildest dev ji van polîtîkayan bê berdan û tevgerîneke li gor îslamiyetê xwe bide der.   ‘DIVÊ EM MALBATAN BI TENÊ NEHÊLIN’    Înal got ku divê rewşê de divê malbata li hemberî saziyên dewletê bi tenê neyên hiştin û gel xwedî li nirxên xwe derkevin.    MA / Muhammed Dogru