ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2018'AN 2018-01-03 09:01:11   *Endama Şûrayê û Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Suheyla Înal anî ziman ku wexta duh endamên DAIŞ’ê gor texrîb dikirin, kesên ji bo vê digotin “xelet e”, îro bi xwe li Goristana Xerzanê wek DAIŞ’ê tev geriyan û 267 cenaze ji goristanê derxistin.    *Makînîst Sabrî Şenevî ku hewşa mala xwe veguherand muzeya sînemayê, bi hezaran afîşên fîlman û fîlman mirovan ber bi rojên berê ve dibe. Her wiha fîlm bêyî bedel tên pêşandan.    *Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê greva birçîbûnê ya 10 girtiyên jin dabû destpêkirin, di roja 54’emîn de ye. Parêzer Onder Alçîçek balê kişand ser pêkanînên li girtîgehê û wiha got. “Ava şid reşandine hundurê qawîşan, tiliyên hin girtiyan di mazgalan de hatine jidandin.”    *Esnafên Dersimê krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxandin û diyar kirin ku şerê navxweyî yê li welat aborî xistiye vê rewşê. Esnafan  got ku ji bo aboriya Tirkiyeyê baş bibe pêdivî bi aramiyê heye.    *Bi KHK’ya dawî re biryara ku dê navçeya Gemlîkê bê veguhastin hat dayîn. Şêniyên Gemlîkê bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku ew vê biryarê nas nakin û ew ê malên xwe neterikînin.   * Tê payîn ku dê sibê der barê doza ku Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê 14 meh in ji ber vê dozê girtiye biryar bê dayîn.    *Serdozgerê Komarê yê Şirnexê endama KJA'yê Berjîn Demîrkaya ya di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da wekî "gumanbara kuştî" nîşan da û der barê wê de îdianame amade kir. Parêzera malbata Demîrkaya Gulşen Ozbek diyar kir ku di warê hiqûqî de dema kesek jiyana xwe ji dest bide, der barê wan de lêpirsîn nayê destpêkirin û vê weke lêpirsîneke sosret pênase kir.    *Malbata Erkan di salên 80'yî de diçe Îskenderunê û ji wir jî koçî Îzmîrê dike. Lê malbat ji zextan xelas nabe. Di her avêtina ser malê de kesek ji malbatê tê girtin. Nazliyeya ku bi salan di girtîgehê de ma, herî dawî dîsa hat girtin. Dayik Sultan Erkan jî 2 caran hatiye girtin û hevjînê wê hêj di girtîgehê de ye wiha got: "Mirov ji bo rûmeta xwe dijî."   *Parêzer Îbrahîm Sînemîllîoglu, diyar kir ku sererastkirinên kincên yek tîpî û zirxa darazê li sivîlên bi çek kirin, ji bo provokasyonan zemîn ava dikin û êdî faşîzm dê bi her awayî xwe li Tirkiyeyê saz bike.    *Tespîtên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê rewşa Îranê de kiribûn rast derketin. Ocalan gotibû “Em ê di demek nêzîk de li Îranê bi awayekî pir cidî bibin şahidê şerê moderniteyê."    *Malbatên girtiyan li dijî pêkanîna kincên yek tîpî derketin û wiha gotin: “Em ê xwedî li berxwedana xizmên xwe yên girtî derbikevin û ger bê xwestin em ê pêşiya girtîgahan terk nekin.”   * Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad dê rapora binpêkirinên mafên çapemeniyê ya 2017'an li Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye ya Amedê bi civîna çapemeniyê parve bike. (11.00)   * Endama Komîsyona Girtigehan û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp, dê îhlalên li Girtîgeha Xerpêtê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê aşkere bike. (12.00)    * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 421'an de berdewam bike. (13.30-18.00)