Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da: Rûxandina goran li gor mewzûatê ye 2018-01-02 19:55:22   BEDLÎS - Piştî bertekên li dijî rûxandina Goristana Xerzanê, Walîtiya Bedlîsê têkildarî mijarê hîn nû daxuyanî da. Walîtiyê di daxuyaniyê de parast ku bêyî malbatan derxistina cenazeyan a ji goran li gor mewzûatê ye. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku 11 gor jî vala ne.    Li gundê Oleka Jor a Tetwana Bedlîsê di 19'ê Kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê hatibû rûxandin. Piştî rûxandinê bertek zêde bûn û li ser van bertekan piştî çend rojan şûnde Walîtiya Bedlîsê hîn nû têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat îdikairin ku ji 279 gorên hatine kolandin 11 jê vala bûne û karê derxistina ji goran bi nezareta mele û Serdozgeriya Komarê hatiye kirin û ji aliyê Pisporê Tiba Edlî yeko yeko li gor mewzûata qanûnî hatine muhafezekirin.    WÊ GOR LI GORISTANEKE DIN BÊN DEFINKIRIN!    Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê cenaze li goristanên din bên definkirin.