Walî li Rihayê mehekê hemû çalakî qedexe kir 2018-01-02 17:32:44   RIHA  – Waliyê Rihayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Rihayê ji bo mehekê hemû çalakî qedexe kirine.    Walîtiya Rihayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Rihayê ji bo mehekê hemû daxuyaniyên çapemeniyê, miting, avakirina konan, vekirina standan, meş û curên wan ji 02'ê Çile heta 31'ê çile qedexe kiriye.    Walîtiyê diyar kir ku li navenda bajar û navçeyên Rihayê ji xeynî çalakiyên organên îdarî û mahalî, saziyên cemaweriyê, komeleyên ji cemaweriyê re bi sûd û zanîngehan hemû cureyên meş, daxuyanî, mitîng, stand û vekirinên çadiran ji 02'ê Çile heta 31'ê Çileya 2018'an 30 rojan hatiye qedexekirin.