Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cardin red kirin 2018-01-02 17:17:19   STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan a bi muwekîlê xwe re cara 718’emîn red kirin.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehdî Oztuzun, Serbay Koklu û Newroz Uysal bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozger serlêdana daxwaza hevdîtina parêzeran bi hinceta sînorkirina danîne ser hikûmxwaran red kir.   Bi vê biryara astengkirinê re hevdîtina li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 718 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tê astengkirin.