Diyanet: zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin 2018-01-02 16:17:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Diyanetê, diyar kir ku zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 12 salî yên dibin sînorê temenê balixbûnê de ne dikarin bizecin. Wezaretê bi vê yekê pêşî li îstîsmarê vekir.  Di sîteya Wezareta Karê Diyanetê de têkildarî mijarên “Zewac” û “balixbûnê” terîfên nû hatin diyarkirin. Bi vê yekê Wezaretê rê li pêşiya îstîsmara zayendî ya zarokên keç vekir. Diyanetê di sîteya xwe de ji bo “Zewacê” terîfên nû kirin û wiha got: “Kesên dikevin serdema xwe ya balixbûnê li gorî ol dikarin bizewicin. Zarokên keç dikarin di 9 saliyê û yên kur jî di 12 saliyê de bizewicin. Zarokên keç dikarin di 9 saliya xwe de ducanî bîn û zarokên kur ên 12 salî jî dikarin bibin bav.” Wezareta Karê Diyanetê bi vê yekê pêşî li îstîsmara zayendî ya zarokên keç vir.