Diz ketin buroya rojnameya Evrenselê 2018-01-02 14:10:25 AMED - Diz ketin buroya Rojnameya Evrenselê ya Amedê. Dizan di buyorê de 2 makîneyên wênekêşiye û kamerayek dizîn.  Şevê din diz ketin buroya Rojnameya Evrenselê ya Amedê û 2 makineyên wênekêşiyê û kamerayek dizîn. Dizên ku ketin buroyê û dizî kirin nasnameya wan nehat zanîn. Xebatkarên rojnameyê dema serê sibê hatin buroyê dîtin ku diz ketine buroyê. Piştî vê yekê polîs hatin buroyê û şopa tiliya dizan girt. Hat diyar kirin ku dozgerî dê têkildarî bûyerê lêpirsînê bide destpêkirin.