Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê 2018-01-02 12:36:24 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 718’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehdî Oztuzun, Newroz Uysal û Serbay Koklu bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ev bû 718 car parêzer serlêdana daxwaza hevdîtinê dikin.