Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin 2018-01-02 09:26:22 ENQERE - Îlknur Kenes a di serdema darbeya 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek tîpî li ber xwe da ev tişt got: "Tekane riya ku vê bişkêne, divê girse bikevin tevgerê. Tekane rêya vê jî kuçe ne. Divê li kuçeyan têkoşîn bê meşandin." Pêkanîna cilên yek tîpî, herî dawî bi referansa Guantanamoyê ya Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan re, bi Biryara Di Hukmê Qanûnî De (KHK) ya bi Hejmara 696'an re bû qanûn. Girtiyên siyasî li dijî vê pêkanînê roja destpêkê peyama berxwedanê dan û aşkera kirin ku dê van cilan li xwe nekin.   BERXWEDANÊ PÊKANÎN JI HOLÊ RAKIR   Cilên yek tîpî yên di heman demê de di darbeyên 12'ê Îlonê û 12'ê Adarê de xistin meriyetê, herî zêde di serdema Hîtler de li ser mirovan hat ferzkirin û vê pêkanîna ku rûmetê bin pê dike di hişê civakê de cih girtibû. Gelek kes li dijî vê pêkanînê derketin, bi taybetî girtiyan ev pêkanîn şermezar kir û li dijî wê berxwedaneke bêhempa dan meşandin.   ‘EV JÎ RÊBAZEKE ÎŞKENCEYÊ YE’   Di Çileya 1984'an de li Girtîgeha Mamakê pêkanîna cilên yek tîpî li ser girtiyan ferz kirin. Îlknur Kenes wê demê ji doza Dev-Yolê girtî bû, berxwedana jinan a li dijî vê pêkanînê vegot. Kenes pêkanîna cilên yek tîpî wekî "Kesên cezayên wan hêj ne diyar bûye, cezarkirina wan e" pênase kir û ev tişt got: "Ev pratîkeke darbeyê ye. Di serdema 12'ê Îlonê de ji bo cilên yek tîpî li şoreşgeran bikin, kesayetiya wan bin pê bikin û wan tune bikin, ev pêkanîn li ser girtiyan ferz kirin."   Kenes aşkera kir ku pêkanîn rêbazeke îşkenceyê ye û jixwe bi îşkenceyê bi pêş dixin û wiha pê de çû: "Di serî de cilên yek tîpî li ser jinan ferz nekirin. Lê piştî darizandina Dev-Yolê ket betlanê, ev wekî derfetekê dîtin û li ser girtiyên mêr ferz kirin. Berî wan tiştên wiha dihatin hişê me. Girtî derdixistin hewadariyê, cilên wan diçirandin, 40 leşker li ser serê kesekî kom dibûn û îşkencve li girtiyan dikirin. Di nîvê zivistanê de girtî tazî dikirin û bi atlet û derpê dihiştin û li ber sermayê didan rawestandin. Bi taybetî îşkenceya li girtiyên mêr dikirin, bi me didan temaşekirin. Ji ber ku şibakeyên girtîgehê li hewşê, li hewadariyê mêze dikirin, bi rihetî dihatin dîtin."   Kenes anî ziman ku wan bi berxwedanê bersiv daye pêkanînan û wiha domand: "Pişt re greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiya greva birçîbûnê 42 rojan li girtîgeha em lê diman dewam kir. Girtiyên jin jî piştgirî dan van çalakiyan. Jinên girtî ji destpêkê ve li dijî pêkanînên leşkerî bi berxwedanê bersiv da. Ji xwe li ser girtiyên jin îşkence û tundiya sîstematîk hebû. Îşkence demek dirêj dewam kir. Ji ber ku berxwedana girtiyên jin dihat zanîn, destpêkê cilên yek tîpî li ser wan ferz nekirin."   ‘RIYA TÊKOŞÎNÊ KUÇE YE’    Kenes destnîşan kir ku piştî ev mijar hatiye rojevê, bandoreke li ser wê kiriye, îşkenceya wê demê tê bîra wê û wiha got: "Bi vê pêkanînê re tiştên berî 30 salan tê bîra min. Dê çi bibe, kêm an jî zêde ez dizanim. Îro li girtîgehan ji xwe tundî û zext hene. Îşkenceya li Tarsûsê li jinan tê kirin em hemû dizanin. Dê pêkanîna cilên yek tîpî van zextan zêde bike. Dê êrîşên li dijî şoreşger, kurd û muxalîfan zêde bibe û dê êrîş zêde bibin. Em îro bi faşîzmeke aşkere re rû bi rû ne. Riya ku vê bişkêne, têkoşîna girseyî ye. Riya vê kuçe ye. Divê li kuçeyan têkoşîn bê dayîn."