Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe 2018-01-02 09:25:39 WAN – Rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm wê bi rê ve dibe, herî dawî 17 dikanên aîdî şaredariyê berpêşî firotinê kir. Ji kirêvanan re teblîxat hat şandin û hat xwestin heta 10 rojan dikan bên valakirin.  Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, xeyrîmenkul û dikanên aîdî şaredariyê yek bi yek berpêşî firotinê dike. Rêveberiya qeyûm heta niha gelek erseyên şaredariyê firotin. Rêveberiya qeyûm qîma xwe bi vê yekê enanî û vê carê jî dikan û kargehên aîdî şaredariyê derxist berpêşî firotinê dike. Bi biryara dawî ya qeyûm re li navçeya Riya Armûşê 17 dikanên aîdî şaredariyê berpêşî firotinêm kir.    Her çiqas peymana kirêvanan dewam bike jî ji bo esnaf dikanan vala bikin heta 10’ê Çile dem hat xwestin.    DI DESTÊ WAN DE PEYMANA 2 SALAN HEYE    Abdurrahman Ertaş ê 16 sal e li dikana aîdî şaredariyê kirêvan e diyar kir ku heta niha qet kirêya xwe bi derengî nexistiye. Ertaş got ku li gel di destê wî de peymana 2 salan hêj heye jî, lê ji bo dikanan vala bikin teblîxat ji wan re hatiye şandin. Ertaş wiha got: “Li gel peymana me heye jî me ji dikanan derdixin. Hêj peymana me dewam dike. Li gel bi salan e em van dikanan kirê dikin jî der barê îhaleyê de agahî nedane me. Ev kes nanê di destên xizanan de jî derdixin.”    'DÊ BIDIN KESÊN NÊZÎ AKP'Ê’    Ertaş anî ziman ku dikanan bi buhakirinek vekirî derxistine firotinê û dê bifiroşin kesên nêzî AKP’ê û wiha got: “Qeweta ji van esnafan yek jî nagihîjê ku van dikanan bistîne. Ev ji bilî zilmê tu tiştek din nîne. Em gelek caran çûn şaredariyê lê me tu encam bi dest nexist.”    ‘ÇIMA MAL Û MILKÊ ŞAREDARIYÊ DIFIROŞIN’    Ji kirêvanên dikanan Yasîn Gîrgîn jî destnîşan kir ku şaredariyê teblîxata heta 10 rojan pêwîste dikan bên valakirin ji wan re şandine û got: “Ev zilmê li me dikin. Wek din cihek em biçinê tune ye. Jixwe şaredarî bi me re eleqedar nabe. Ev çawa milkê şaredariyê difiroşin? Li gel ewqas pere tê destê şaredariyê jî çima hêj mal û milkê şaredariyê tê firotin? Em jî fêm nakin qeyûm çi ji me dixwaze.”    ‘ŞAREDARÎ KETIYE DESTÊ HIN ŞEXSAN’    Yek ji kirêvanan Metîn Cengîz jî da zanîn ku ew tu wateyê nadinê ku milkê şaredariyê difiroşin û wiha axivî: “Rêveberiya niha jêhatina ji cemaweriyê bidest dixe dide hin şexsan. Ewqas van cihên ku jêhatinê dide şaredariyê bifiroşe dê çi bike gelo? Her tiştê şaredariyê tê firotin. Pêwîste ji vê re çareseriyek bê dîtin. Li gel heta salek peymana me heye jî çima me derdixin? Hemû heyînên şaredariyê ku dahat in, tune dikin. Şaredariya bajarekî ketiye destê hin şexsan.”    MA / Ugur Atabay