Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn 2018-01-02 09:19:46 STENBOL - Zarokên qeydên xwe li Dibistana Futbolê ya Metîn Kûrt ku li ser asasê felsefeya lîstikvan Metîn Kûrt a "Ne li borsayê lê li erseyê futbol xweş e" çê dikin, bêyî bedêl di warê futbolê de tên perwerdekirin.  Li Taxa Kazim Karabekîr a navçeya Sariyer a Stenbolê, ji bo bê bedêl perwerdehiya futbolê ji bo zarokan bê dayîn, li Tesîsên Sporê yên Dagevleriyê xebatên Dibistana Futbolê ya Metin Kurt didomin. Li vê dibistana ku li ser asasê felsefeya lîstikvan Metîn Kûrt a "Ne li borsayê lê li erseyê futbol xweş e" hat avakirin, her yekeşm di warê futbolê de zarokên ku temenê wan di navbera 8-16 salan de tên perwerdekirin. Lîstikvan Alî Dogûş anî ziman ku ji bo zarok li gor fikra futbolê ya Metîn Kûrt hînî futbolê bibin, wan ev dibistan ava kiriye. Dogûş diyar kir ku perwerdehiya li vê dibistanê bê bedêl e û di vî warî de çi ji destê wan bê ew ê bikin.   Dogûş wiha domand: "Dawiya her hefteyê nêzî 15 zarok tên perwerdekirin. Sedema ku malbat zarokên xwe dişînin dibistana, ji ber samîmiyeta me ye." Dogûş balê kişand ser zêdebûna tiryakê ya di demên dawî de li taxê tê firotin û ev tişt gotin: "Beriya her tiştî armanca me ew e ku pêşeroja zarokên me tarî nebe. Ji bo me pêşeroja zarokan pir girîng e."   ‘EM LI BENDA PIŞTEVANIYÊ NE'    Dogûş anî ziman ku gelek kêmasiyên dibistana wan hene û wiha domand: "Dibe ku li vir ez dersan didim, lê li vir kedeke zêde ya hevalên me heye. Hin ji wan bi xwarina zarokan re eleqedar dibin, hinek jê di warê spartekên zarokan de dibin alîkar. Dema zarok tên vir ji dibistana xwe namînin." Dogûş got ku wan hewl daye xwe bigihînin hemû zarokên taxê û ew li benda alîkariya her kesî ne. Dogûş bi lêv kir ku krampon, forma û amûrên teknîkê yên dibistanê kêm in û wiha got: "Bi taybetî em li benda alîkariya Şaredariya Sariyerê ne. Bang li hemû kesên derfetên wan hene dikim, da vê dibistanê mezin bikin."    Can Vûralê 12 salî ku diçe pola 7'an û li vê dibsitanê perwerdehiya futbolê werdigire ev tişt gotin: "Ji bo kêf û şahînetê têm vir. Dema li vir dilîzim pir kêfxweş dibim. Ji kesî doza tiştekî nakim; lê heke krampon û eşofman hebin wê baş be." Batûhan Kayayê 11 salî jî got ku ew li vir kêfxweş e.