'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin' 2018-01-02 09:19:09 ANTALYA – Guleray Tuncel ku di zarokatiya xwe de wek hobiyê dest bi xêzkirina wêneyan kir û niha wek pîşeyekê didomîne, bang li jinan kir û wiha got: "Bila di jiyana xwe de her bitêkoşin û tu carî ji şer netirsin. Bila hemû jin ji bo îdealên xwe bixebitin."  Li Qada Bajêr a Înonu ya navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê jin berên ku bi destkariyê çê kirine difiroşin. Çîrok û berên jinan ji hev cihêtir in, lê belê tekane hêla wan a hevpar; li ser piyê xwe disekinin. Yek ji van jinan jî Guleray Tûncela 48 salî ye. Tûncel wêneyên ku di zarokatiya xwe de wek hobî wan xêz dikir, niha bi vî karî debara xwe dike.    Tûncel anî ziman ku ew ji xêzkirina wêneyan hez dike û dema xwendekar bûye bi awayekî amatorî wêne çê dikirin. Tûncel wiha domand: "Destpêkê min wek karekî lê nedinerî, lê belê her diçû pêşvetir diçûm. Di lîseyê de mecbûr mam dev ji dibistanê berdim û di gelek kargehan de xebitîm. Lê min wê çaxê jî dev ji xêzkirina wêneyan berneda."    ‘BÛ ÇAVKANIYA DEBARA MIN'    Tûncel axaftina xwe wiha domand: "her ku çû xêzkirina wêneya bû perçeyek ji jiyana min. Paşê min dev ji karê xwe berda û daketim kuçeyan. Berê ez li balafirgehê dixebitîm û min pereyek baş jî werdigirt. hema bêje mehê min 2 hezar, 2 hezar û nîv qezenc dikir, lê ne kêfxweş bûm û min xêzkirina wêneyan tercîh kir. Îro qet û qet ne poşman im. Çimkî bi kêfxweşî karê xwe dikim, pereyan qezenc dikim û bextewar im." Tûncel destnîşan kir ku wê ji bo pereyan dest bi vî karî nekiriye, lê belê niha xêzkirina wêneyan bûye çavkaniya debara wê.    Tûncel got ku destpêkê ew li kuçeyan tengijiye û wiha got: "Ewil tengijîm, lê dema eleqeya ji bo wêneyên min zêde bû êdî min hez ji karê xwe kir. Paşê min dest bê wênesaziya portreyan kir. Ji bo xêzkirina portreyan pereyekî zêde naxwazim. Buhayên tabloyên min di navbera 50-100 lîreyî de ne." Her wiha Tûncel bi lêv kir ku ji bo ew û mirovan baş li hev bikin û ji hev fêm bikirin ew hînî almanî û îngîlîzî jî bûye.   ‘LI PÊYÎ ÎDEALÊN XWE BIÇIN'    Tûncel got ku ew li pêyî îdealên xwe diçe û ew ji vê rewşa xwe pir memnûn e û ev tişt gotin: "Çi dibe bila bibe divê mirov li pêyî îdealên xwe biçin. Nabêjim wê tam bextewar ibibin, lê dema xwestekên xwe pêk bînin wisa difikirim ku dê bextewar bibin. Bila di jiyana xwe de her bitêkoşin û tu carî ji şer netirsin. Bila hemû jin ji bo îdealên xwe bixebitin."    MA / Ergin Çaglar