Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir 2018-01-01 16:02:09 AMED - Odeya Tabîban a Amedê der barê skandala HÎV'ê de dest bi lêpirsînê kir. Odeyê daxuyani da û diyar kir ku têkildarî emeliyata li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dest bi lêpirsînê kirine.  Odeya Tabîban a Amedê der barê emeliyata jina bi îdîaya vîrusa HÎV'ê pêre heye bijîşkan asîstanên xwe xistine emeliyatê dest bi lêpirsînê kirin. Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jina bi navê Ç.K. ji ber nexweşiya xwe çû fakulteyê. Bijîşkên ku ew li nexwexaneyê razandin bi hinceta nexweşiya HÎV'ê pêre heye asîstan xistin emeliyatê. Hat diyar kirin ku Ç.K. 5.5 saetan li serwîza lezgîn hatiye rawestandin û piştre li şûna bijîşk têkevin emeliyatê, asîstanên xwe yên 2 mehî xistine emeliyatê. Piştî bûyerê Odeya Tabîban a Amedê der barê mijare de lêpirsîn dan destpêkirin.    Odeyê diyar kir ku piştî wan bihîst ku di 26'ê Kanûna 20177an de jina ducanî ya nexweşa HÎV+ a li Nexweşxaneya Tipê  ya Polîklinika Jin û Zayînê ya Zanîngeha Dîcleyê hat razandin, dest bi lêpirsînê kirine û bûyerê dişopinin. Odeyê anî ziman ku piştî lêkolînê dê encamê parve bikin.