Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin 2018-01-01 15:44:45 MÊRDÎN - Stranbêjê Koma Dengê Amarayê Abdullah Ayva ji ber di Newroza Qoserê de stran gotiye, 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û hat giritn. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê sala çûyî di 21'ê Adarê de dema Newroz hat pîrozkirin, stranên ku hatin gotin bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye", der barê stranbêjê Koma Dengê Amarayê Abdullah Ayva de doz hat vekirin. 15 meh cezayê ku li Ayva hat birîn, îro Ayva hat binçavkirin. Dadgeha Îstinafê 15 meh cezayê Ayva er ê kir û ew şand Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.