Îdianameya bi çêr amade kirin! 2018-01-01 15:13:26 AMED - Xwendekar E.S. yê li Kibrisê zanîngehê dixwîne, der barê wî de îxbareke bi çêr û heqaret hat şandin, dozger beyî ku guhertinekê bike wisa îdianame amade kir. E.S. yê ku parvekirên wî yên bi kurdî sûc hesibandin, heta 5 salan jêre ceza tê xwestin. Kesekî ku xwe wekî zarokê polîsekî daye nîşan û der barê E.S. yê li Kibrisê zanîngehê dixwîne de, îxbareke bi çêr û heqaret ji emyetê re şand, Serdozgerê Komarê yê Wanê beyî ku di îxbarê de guhertinekê bike, bi heman şêweyî der barê E.S. de îdianame amade kir û doz vekirin. Îxbara di 15'e Tebaxa 2017'an de ji Miduryeta Şaxa Elektronîk a Muharebeya Miduryeta Polîsan a Wanê re hatiye şandin, li E.S. ê li Fakutleya Hiqûqê ya Zanîngeha Amerîkayê ya Gîrneyê dixwîne, çêran li E.S. dike û ev kes aşkera dike ku ew jî li heman zanîngehê dixwîne.   Kesê îxbarê dike, îdia dike ku E.S. bi rêya medyaya civakî "Propagandaya rêxistinê dike", heqaret û çêran li E.S. dike. Dozgerê ku di Cotmeha derbasbûyî de îdianame amade kir, ji bo E.S. salek û nîvî cezayê girtîgehê dixwaze.   BI TEVAHÎ JI ÇÊRAN PÊK TÊ   Îxbara ji Emyeta Wanê re şandine, dozger diyar dike ku îxbar bê nav hatiye şandin, lê kesê îxbar kirî, çêr û heqaretan îxbar tije kiriye û dozger der barê vî kesî de tu lêpirsîn jî nedaye destpêkirin.   Di îdianameya dozger de ev tişt ten gotin: "Ez wekî kurê polîsekî bi vê kêfxweş im û b...ê PKK'î yê bi navê E.S. ê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Amerîkayê ya Gîrneyê dixwîne, ji hêzên me yên emyetê re îxbar dikim. Ji ber ku ez bi vî kûçikê beredayî re û gelek b...ê wekî wî re li heman polê dixwînim, ez şerm dikim. Lê ji ber ku ez û hevalên xwe em ditirsin ku dê dibistana me betal bibe, em mudaxaleyê van b...an nakin. Dê ev kûçikên beredayî sibe, dusbe bibin hiqûqnas û bên cihekî. Divê tişta pêwîst ji bo van bê kirin."   PARVEKIRINÊN KURDÎ Û KURDISTAN SÛC HAT HESIBANDIN    Li ser îhbarê Miduriyeta Polîsan a Wanê li ser hesabê medya civakî ya xwendekar E.S. lêkolîn kir. Di encama lêkolînê de di îdianameyê de hat diyarkirin ku girteka lêkolîniya çavkiyaniya vekirî hatiye amadekirin û hesabê Înstagramê yê E.S. 5 parvekirin û şîroveyên kiriye hat îdiakirin ku “Propganda rêxistinê” kiriye. Di îdianameyê de balkêş e ku di îhbarê de hatiye xwestin hesabê Twîtterê bê lêkolînkirin û ne hatiye lêkolînkirin.    Di îdianameyê de parvekirina bi kurdî ya E.S. ku bi van gotinan parve kiriye “Evîna mezin û evin Kurdistan e. Yên din xwe xapandine. Xortê kurd û Kurdistanê” wek sûc hat nîşan dan. Gotinên “Hûnê ji vî derdî bimirin û em ê li ser vê axê bimînin” ya bi kurdî ku E.S. parve kiriye û hat îdiakirin ku di bin de jî vê şîroveyê kiriye: “Kurdistan evîna mezin e û Kurdistan sebra dila ye.” Her wiha parvekirina gotinên E.S. ya di Roja Dayikan de “Roja Dayikan a te û dayikên şehîdên Kurdistanê pîroz be” wek delîlê sûc hat nîşandan. Di îdianameyê de hat zanîn ku E.S. di hesabê xwe de alên PKK’ê û KCK’ê ku di rojnameya Azadiya Welat de hatiye weşandin parve kiriye û wî wek alîgirê PKK’ê û KCK’ê nîşan dan,   Di îdianameyê de hemû parvekirinên E.S. wek “Propagandaya rêxistinê” hat nirxandin.    Darizandina dozê dê di mehên pêşiya me de dest pê bike.