Bila bibe sala bê OHAL û KHK! 2018-01-01 11:58:00   ENQERE - Mirovên ku sala 2017'an di bin rageşiya siyasetê, kuştin binpêkirina mafan de derbas kir, xwestin sala nû bibe sala aştî, demokrasî, azadi û edelatê. Xwestin sala nû bibe sala bê OHAL û KHK.    Tirkiye bi komkujî, OHAL û KHK'yan ket sala 2017'an. di sala 2017'an de binpêkirina mafan, kuştin, OHAL û KHK kêm nebûn. Xizanî, betalî û nelirêtî zêde bû. Mirovan xwest sala 2018'an dijberî sala 2017'an bibe sala aştî, aramî, edalet, wekhevî û demokrasiyê. Xwestin sala 2018'an bibe salek bê OHAL û bê KHK. Bi taybetî li ser medya civakî peyam û daxwazên aştî, azadî, demokrasî, edalet û dawîlêhatina OHAL û KHK’ê hat xwestin.    Zêdeyî 230 hezar mirov li Tirkiye di girtîgehan de derbasî sala 2018’an bû. Herî kêm 60 hezar mirov di salek dawî de ji ber fikrên siyasî hatin girtin. Di serî de li Stenbol, Enqere û bajarên din bi hezaran mirov hatin binçavkirin û girtin û derbasî sala nû bûn. Li gorî daneyên fermî 3.5 milyon kes betal in. Nêviyê civakê di bin sînorê xizaniyê de ne. Ji ber xizaniyê her kesî heviyên xwe bi mîllî piyango ve girê dan.  Li gorî daneyan isal 38 milyonu çeyrek bi giştî 40 milyon bilet hatin çapkirin. Ji sedi 99 hatin firotin. Dewletê ji hatina van biletan 600 milyon TL pere qezenç kir. Bi giştî 350 milyon TL îkramiye belav kir. Lê tenê îkramiya mezin ji 4 kesan re derket. Bi milyonan mirovên bîlet kirîn bi hevi û xelanên zuha li benda sersalê man û xeyalên wan ketin avê. Hevî hatin şikandin.    Dîsa sala nû bi niqaşên navbera Serokomarê 11'emîn Abdullah Gul û serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û ên bi KHK'an dest pê kir.    BILA SALA 2018'AN BIBE SALA AZADIYÊ   Di hin parvekirinên Twitter'an de daxwaz wiha ne:    Uğur Beken: Sala 2018'an bibe sala aştî û aramiyê....   Nurhan Papatya: Sala 2018'an bila bibe sala edalet, aşti û şert û mercên xebatê yên ewle û huriyetê.  Serokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik: Bibe sala bê OHAL û hiqûq serdest be. Bibe sala wekhevî, azadî, aştî û salek baş.    Saidê Nevriye: Bila bibe salek bê OHAL û bê KHK.  Navenda Mafên Mirovan: (Buroya Stenbolê): Wekî Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê sala 2018'an bibe sala dawîlêhatina binpekirina mafên mirovan. Bibe sala bê OHAL û bibe sala hiqûqê.    AYKIRI: Ji hemûyan re bibe salek bê Tayyip bê Binalî bê OHAL û KHK.    Kovara Krampfplatz: Bibe salek bê OHAL û bê KHK. Bibe sala edalet, aştîe u xweyiyê.    Cennet Mumcu: Hemû tiştên di sala 2016'an de ketin jiyana me û di sala 2017'an de em xemgîn kirin bila bibînin  di salên borî de.   #BêOHAL #Bêkhk, bila bibe salek xweşî #BilaNuriyeûSemîhî li karê xwe vegerin #BilaRojnamegerAzadBibin #BilaParêzerênŞoreşgerAzadBibin #BilaÇapemenîNûçeÇêke #BilaRamanAzadBin #Bila2018BibeSalaŞahiyê   Hewldana Hemwelatiyê: #2018 bibe sala yekîtî, hevrebûn, aştî azadî û heviyê....    Levent Yeşiltepe: 2018 bibe sala ku em qet şehîdan nedin. Bibe sala azadî, aştî, kêfxweşî û biratiyê.    Demokrat Başkan: 2018 bibe sala azadiyê. Bila her kes bigêjin malbat û hezkiriyên xwe. bila pergala zaliman hilweşe.