Zarokek li Edene hat girtin 2018-01-01 10:45:31 EDENE - Li Edeneyê zarokek bi îdîaya "Bombeya deng avêtiye qereqolê" hat girtin  Li Edeneyê bi îdîaya di 28'ê Kanûnê de bombeya deng avêtine Qereqola Polîsan a Hurriyetê 5 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin. 5 zarokên hatin binçavkirin piştî lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan sewqî dadgehê kirin. Dozger piştî li îfadeya 5 zarokan guhdar kir 2 zarok serbest berdan û 3 zarok jî sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya zarokan guhdar kir 2 zarok bi şertê kontrola edlî serbest berda û Zarokê bi navê H.K. jî bi sedema "teqemenî li ser xwe peyda kirine" girt û şandin girtîgehê.    Lêpirsîna 2 kesên din ên di bin çavan de jî hêj berdewam dike.