Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn 2018-01-01 10:27:25   DÊRSIM – Serokê şaxa ÎHD'ê yê Dêrsimê Gurbuz Solmaz, diyar kir ku di sala 2017'an de li Dêrsimê binçavkirin, girtin, koçberî, şer û şewata daristanan gelekî zêde bûye û wiha got: "Dê pêkanîna cilên yek reng bi xwe re hêj pirsgirêkên mezintir bîne."   Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Gurbuz Solmaz, birpêkirinên mafan ên di sala 2017'an de li Dêrsimê derketin pêş nirxand. Solmaz, diyar kir ku piştî derbeya 15'ê Tîrmehê, AKP'ê ev rewş di aliyê xwe ve veguherandiye, bi KHK'an çalakiyên li kuçeyan qedexe kiriye, bi hezaran mirov bê kar hiştiye. Solma, da zanîn ku li Dêrsimê 300 kes ji kar îxrac kirine, bi sedan jî ji kar dûr xistine. Solma, aşkera kir ku ev îxraç li dijî hiqûqê ne.    ‘4 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA’   Solmaz derbirî ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'ani Dêrsimê para xwe ji pevçûnan girtiye û wiha axivî: "Operasyonên li herêmê bi dijwarî berdewam kirin. Ji ber van operasyonan gelek binpêkirinên mafan xwe dan der. 4 sivîlan jiyan xwe ji dest da. Bi dehan car qedexe li herê hat îlankirin. Ji ber qedexeyan, sewalkarî jî li herêmê qedandin. Gelek welatiyan ji neçarî sewalên xwe firotin."   ‘HEZAR Û 500 HETKAR ŞEWITÎ’   Solmaz derstnîşan kir ku di operasyonan de daristan jî hatine şewitandin û wiha pê de çû: "Tevahiy axwezayê talan kirin. Bi hezaran qadên daristanî bûn xwelî. Sewatên herî mezin ên daristanan îsal Dêrsimê pêk hatin. Ev şewat li Kutudere, Dokuzkayalar, Uzuntarla, Newala Munzurê, Valîderesî û li Guksuyutê derketin. Herî kêm hezar û 500 hektar bû xwelî. Lê ev di qeydên fermî de cih nagirin."   ‘BI HEZARAN MIROV KOÇ KIRIN’   Solmaz da zanîn ku ji ber şerê li herêmê koçberiyeke cidî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek mirovên di salên 1938'an de ji ber Komkujiya Dêrsimê koçî Ewropayê kiribûn, bi pêvajoya çareseriyê re vegeriyan Dêrsimê. Lê piştî şer dest pe kir, hemûyan dîsa koç kir. Her çendî hejmar ne diyar be, di navbera 3-6 hezarî de mirovan koç kir."   ‘DÊ CILÊN YEK RENG PIRSGIRÊKAN KÛRTIR BIKE’   Solmaz anî ziman ku di sala 2017'an de bi sedan kes li Dêrsimê hatine binçavkirin, ji 100 zêdetir mirovan hatine girtin û ev nirxandin kir: "Hêj binçavkirin û giritn dewam dikin. Pêkanînên ku rûmeta mirovan dişkînin, li girtîgehan dewam dikin. Lêgerîna tazî û qedexekirina hevdîtinan, binpêkirinên mafan ên cidî ne. Bi KHK'a nû re, cilên yek reng li ser girtiyan ferz dikin û dê ev pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne."   Solmaz peyama sala nû jî da û ji tevahiya civakan re aştî û demokrasî xwest.