'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel' 2018-01-01 09:26:52 STENBOL - Serokê Platforma DGD’ê Abdulhakîm Daş, xwest yekitiya neteweyî tenê di rojava partiyên siyasî de nebe, di rojava gel de jî hebe û wiha got: “Divê her çar parçe di bin banê kongreyekê de pirsgirêkan diyar bikin. Tenê bi vî awayî çareserî derbikeve holê.”  Yek ji rojevên herî girîng a siyaseta kurd yekitiya neteweyî ya kurd e. Ji bo xebatên yekitiya neteweyî, rojên borî li Amedê bi dirûşmeya “Kurd pêvajoyê nîqaş dikin” gelek siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl, ronakbîr, nivîskar û rojnameger li hev kom bûn. Serokê Platforma Komeleya Başûr Rojhilat (DGD) Abdulhakîm Daş, piştî beşdarî hevdîtina li Amedê bû, têkildarî yekitiya neteweyî nirxadin kir.    Daş, diyar kir ku platforma wan di çarçoveyê yekitiya neteweyî ya kurd de destpêkê li Stenbolê bi 120 kesan re hev ditin kirine û wiha axivî: “Di van hevdîtinan de nêrînên ji bo xebata yekitiya neteweyî deneng maye derketin holê. Ev xebat, divê tenê ne di rojava partiyên siyasî de nebe, divê di rojava hemû gelan de be. Bêguman divê li çar parçeyên Kurdistanê partiyên mezin pêşengtiya vê bikin. Dema vê bikin jî divê berjewendiyên xwe danin aliyekê û tenê berjewendiyên yekitiya neteweyî bifikirin. Dîsan hemû parçeyên Kurdistanê, divê ji bo berjewendiyên xwe, parçeyên din nekin qûrban. Rewşa kurdên 4 parçeyên Kurdistanê îro ji hev cuda ye. Mînak nasnameya kurdên li Bakur di Qanûna Bingehîn de nayê naskirin. Yanî tişta dixwazim bêjim her parçeyek pirsgirêkên tînin ser ziman. Di kongreyekê hevpar de, divê 4 parçe pirsgirêkên xwe diyar bikin. Tenê rêyên çaresiyê wiha dikare bê avakirin.”     ‘EZMÛNÊN HEYA NIHA DERKETINE HOLÊ’   Daş, bal kişand ser hevdîtina li Amedê û wiha pê de çû: “Encamnameya ku di hevdîtinê de derneket holê, nayê wê wateya ku yekgirtin derneket holê. Ezmûnên heya niha derketine holê hene. Ger ev ezmûn mîna encamnameyekê derbikeve holê, dê bê wateya ku xebatên yekitiya neteweyî bi dawî bûne. Ji ber vê yekê encamname nehat diyarkirin. Piştê nîqaşan ji bo xebatan komîsyoneke ji 21 kesan pê tê hat avakirin. Ev komîsyon dê di çarçoveya plansaziyekê de, li gel partî, rêxistin, sazî û rûspiyên ku beşdarî hevdîtinê nebûne re hevdîtinan bikin û ji bo beşdarî civînê bibin dê xebatan bidin meşandin.”   'GER YEKITI HEBÛYA ÊRÎŞÎ KERKUKÊ NEDIKIRIN'   Daş, destnîşan kir piştî referanduma Herêma Federel a Kurdistanê êrîşê Kerkukê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Van êrîşan nîşan dan ku heya bêje bila kurd bi hêz bin, lê ger yekitiya wan tune be dê ev êrîş bidomîn. Dê îxanet jî di vê çarçoveyê de bi pêş bikeve. Dibe ku kurd kêmasiyên hev rexne bikin. Lê divê hev du piçûk nekin û heqerê li hev nekin. Li dijî dagirkeriya Kerkukê 4 parçeyan bi hev re bertek nîşan nedan. Gerek ne wisan bûya."