Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin 2018-01-01 09:24:54 ANTALYA - Jinên li ser Kolana Alî Çetînkaya ya Muratpaşayê bi keda destan debara xwe dikirin, ji ber şaredariya CHP'ê ew ji cihên wan kirin, êdî kar nabînin.  Jinên li ser Kolana Alî Çetînkaya ya navçeya Muratpaşaya Antalyayê bi çêkirina toqe, berhemên destan û seramîkên ku boyax dikin, bi rêya dezgehan digihînin civakê. Ruxmê hemû zehmetiyan jî jin di saetên serê sibehê de radibûn û diçûn karê xwe. Lê dîsa jî heqdestiya xwe nedigirtin. Herî dawî Şaredariya Muratpaşayê ya CHP'ê ew ji cihê wan sirgûn kirin û nema dikarin karê xwe berdewam bikin.   ‘NIKARIN TU KARÎ BIKIN’   Yugçe Suzel bi salan e bi karên destan debara xwe dike, da zanîn ku ew berê li Qada Cumhuriyetê ya tûrîstan bûn û wê demê karê wan gelekî baş çûye û wiha got: "Li Qada Cumhuriyetê karê me baş bû. Lê ev saleke şaredariyê em sirgûnê vir kirin. Ji ber kêmasiya tûrîstan karê me tune. Em li vir her mehê 80 lîreyî didin şaredariyê. Ji ber zivistanê serma ye me kon veda û me ji bo wê jî gelek pere da. Niha kêm be jî em nan dibin malê."   ‘JI BER KU TÛRÎST TUNE NE EM NIKARIN KAR BIKIN’   Gulşen Înan a 64 salî bi karê boyaxkirina seramîkan re eleqedar e, anî ziman ku dema ew li Qada Cumhuriyetê bûne, hemû kesî ew nas dikirin û wiha axivî: "Min salan seramîk boyax kirin û pere qezenc kir. Karê ku ez dikim gelekî kevin e û bi hunerî ye. Lê ji ber ku li vî welatî zêde kes ji hunerê fêm nake em pere qezenc nakin; lê ji ber ku tûrîst jê fêm dikin ez ji wan pere qezenc dikim. Lê piştî em sirgûnê vir kirin, em qet qezenc nakin. Heta ez bê sîftahê digirim. Şaredariyê bi vê yekê xwedî li kadkeran."   ‘KARÊ KU EZ DIKIM LI MIN BAŞ TÊ’    Înan da zanîn ku ew wekî jin ruxmê her tiştî jî bi can û ruh dixebitin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wekî jin dixwazin her dem biafirînin. Hûn bawer bikin, dema em hilberînê dikin, kêfa me tê. Ez nexweşa muvika me. Karê ku ez dikim karekî hevîrî ye. Ev kar hem di warê ruhî û hem jî di warê tenduristiyê de ji min re baş tê."