Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît 2018-01-01 09:00:49 WAN - Îdianameya der barê Hevşaredarê Şemzînanê yê girtî Seferî Yilmaz, hevjîna wî Pinar Yilmaz de hat amadekirin, xebatên şaredariyê, rapora ÎHD'ê û xebatên KJA'yê, belgeya di êrîşa bombeyî ya Pirtûkxaneya Umutê de derket holê sûc hat dîtin. Îdianameya der barê Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz de hatiye amadekirin, bi tiştên sosret hatiye dagirtin. Yilmaz ê ji 6'ê Kanûna 2016'an vir ve li Girtîgeha Girtî ya Wan tê girtin, Serdozgerê Komarê yê Colemêrgê der barê wî de îdianame amade kir, xebatên şaredariyê, serlêdanên sersaxiyê yên gundan ên Yilmaz bi hevjîna xwe re pêk anîne, hemû sûc hatin dîtin. Yilmaz ê bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" tê girtin, ji dosyayê tekane kesê girtî ye. Dê 3'yemîn danişîna doza Yilmaz di 18'ê Çileyê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin.   ÎXBAR HEYE BERDEWAMA WÊ TUNE!   Îxbara di dosyayê de wekî axaftinên şahidê nepen tê zanîn, çawa hatine kirin, kê û kêngê ev îxbar pêk hatine tu pirsê cih negirtiye û şêlu hiştine. Îxbarên ku şêlu hiştine, wekî pêvek îdiayên 2 şahidên nepen di dosyayê de bi cih kirine û dosya destek kirine. Îdianameya ku ji delîlên şênber bê par mane, beyanên 2 şahidên nepen jî bi belgeyan vala hatine derxistin û ruxmê vê jî Yilmaz hêj di girtîgehê de ye.   Di beyanên şahidên nemep ên bi koda “36YK07ZUR7P9LM4” de, tê îdiakirin ku di sala 2014'an de Yilmaz li ser fermana PKK'ê bûye namzet û hilbijartin qezenc kiriye, di serlêdanên gundan ên serdema hilbijartinê de, PKK'iyan bi Yilmaz re hevkarî kiriye. Di dewama beyanên şahidê nepen de, tê îdiakirin ku maşîneyên PKKiyan alîkariya Yilmaz kiriye. Di dawiya beyanê heman şihidê nepen de, tê gotin ku Yilmaz xizmên kesên tev li PKK'ê bûne hildaye kar, ji bo Kobanê ji xebatkarên şaredariyê 200 an î 2 hezar TL pere girtiye û rêya Tanê ya li herêma Tekeliyê ku bi salan e nayê çêkirin, ji bo PKK'î rihet bi kar bînin, ji nû ve çêkiriye.   BELGEYÊN KU ÎDIAYAN PIŞTRAST BIKIN TUNE   Şahidê nepen ê duyemîn ê bi koda “NYS212300669SN” jî beyî ku bi dehan noqetyên kontrolê yên navçeyê li ber çavan bigire, îdia dike ku Yilmaz PKK'î xistine navçeyê. Di dewama beyanên şahidê nepen de, Yilmaz di şaredariyê de fatûre amade kiriye û ji bo PKK'iyan çavkaniyên malî amade kiriye. Her çendî belgeyeke ku îdiayên şahidê nepen piştras bike li holê tune be jî, bi dehan cara Wezareta Karê Hundur mufetîş şandine şaredariyê lê rastî tu belgeyeke veşarî nehatine.   Şahidê nepem îdia dike ku di dema Yilmaz de xizmên PKK'iyan hildane kar, lê di qeydên fermî de tiştekî wiha tune. Dîsa rapora ÎHD'ê û xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) wekî "Têkiliya bi rêxistinê" re tê dîtin û sûc hat hesibandin.   DAXWAZA AZADİYA OCALAN MOBÎNG E   Di îdianameyê de kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hetiye destpêkirin, wekî delîla şênber têde cih girt. Tê gotin ku Yilmaz bi zorê ji bo azadiya Ocalan îmze kom kiriye û li ser karker û xebatkaran mobîng pêk aniye.   ‘ZAROKÊN BAŞ' NEHATIN BÎRA WAN   Belgeya bi sernavê "Şirketên nêz û dûr ên dewletê yên li Şemzînanê" ku di maşîneya serbazê bi navê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş de hat dîtin, wekî sûc hat hesibandin. Belge dema di 9'ê Mijdara 2005'an de li dijî Pirtûkxaneya Umutê ya Yilmaz pêk hatibû, hat desteserkirin.   Pinar Yilmaz di îfadeya xwe de der barê belgeya "Agahî daye PKK'ê de" van tiştan dibêje: "Belgeya ku nêzbûn an jî dûrbûna eşîran a dewletê li navçeya Şemzînanê dşde nîşan, aydê dosyaya der barê êrîşa bombeyî ya li dijî Pirtûkxaneya Umutê ya hevjînê min Seferî Yilmaz e. Li ser agahiyên dê doz ji nûve bê dîtin, ev belge li mala me tê rawestandin."