Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir 2020-07-16 16:53:04   WAN – Li Çiliya Jor a navçeya Ebexê leşkerena zarokê bi navê Azad Baga yê 15 salî gulebaran kir û ew bi giranî birîndar kirin.    Li gundê Çiliya Jor a girêdayî navçeya Ebexê (Payizaxa) ya Wanê leşkeran gule li zarokê bi navê Azad Baga yê 15 salî ku li ber pez bû reşandin. Hat gotin gule li pişta Azad Baga ketine û bi giranî birîndar bûye. Gundiyan Baga bi ambulansê rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê û tê gotin rewşa wî giran e û tê dermankirin.    DAYIK: LEŞKERAN GULE LÊ REŞANDIYE   Piştî bûyerê malbat çû ber nexweşxaneyê. Dayika lawikê biçûk derbarê bûyerê de agahî dan û got: “Kurê min li gundê Çiliya Jor şivaniyê dikir. Leşkeran serê sibê gule lê reşandiye û gule li pişta wî ketine. Me jî pişt re bûyer bihîst û em hatin nexweşxaneyê. Em dixwazin ji meseleyê fêm bikin. Rewşa wî giran e. Derbarê rewşa wî de agahî nedane me.”    Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê jî bûyerê li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir û got ew bûyerê dişopînin. Malbata Baga serî li Komeleyê da û xwest ku komele piştevaniya hiqûqî bide wan.