Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire 2020-07-16 16:19:25   STENBOL – Mehmet Emîn Başaran ê bavê girtî Îdrîs Başaran diyar kir ku hefteyeke ji lawê xwe agahî nagire û girtîgehê jî derbarê kurê wî de agahî nedaye wan.    Malbata Îdrîs Başar ê li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê tê ragirtin û nexweş e ragihand ku hefteyek e ew agahî ji kurê xwe nagirin. 26 sal in Başaran girtî ye û ew di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire. Bavê Başaran, Mehmet Emîn Başaran diyar kir ku ew herî dawî hefteyek berê bi lawê xwe bi rêya telefonê hevdîtin pêk aniye û pişt re jî agahî jê wernegirtine û rêveberiya girtîgehê jî agahî nedaye wan. Başaran got gelek nexweşiyên kurê wî hene û ji ber ew nexweş e ew ji jiyana wî bi guman in. Başaran anî ziman ku ew dixwazin ji kurê xwe agahî werbigire û bang li rayedaran kir ku girtiyên nexweş demildest werin berdan.