Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine 2020-07-16 16:18:25   MÊRDÎN - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyadê 80 girtî bi vîrûsa Covît-19 ketine.    Malbatên girtiyan ên ku xizmên wan li Girtîgeha Tîpa M a Midyadê ne, diyar kirin ku li Midyadê 80 girtî bi şewba vîrûsa Covît-19 ketine. Li gorî agahiya ku malbatan parve kirin, encama testa gelek girtiyan pozitif derketiye. Hat zanîn ku gelek personel û gardiyan jî ji ber bi şewbê ketine xistine qerantînayê. Malbatên ku li girtîgehê geriyan jî, rayedarên santralê ji malbatê re anîne ziman ku girtiyên rewşa wan xerab tune ye. Dema me xwest xwe bigînin rayedarên girtîgehê jî, rayedarên girtîgehê anîn ziman ku erkawan tune agahî bidin. Midûrê girtîgehê jî bi gotina 'Ne guncav e' dernexistin telefonê. Odeya Tabîban a Mêrdînê jî anî ziman ku têkildarî mijarê tu agahî bi wan re hatiye parvekirin.