Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin 2020-07-16 15:51:22   ENQERE - Heyeta Dadgehê der barê doza komkujiya GAR'a Enqereyê ku di 10'ê Cotmehêde pêk hat de biryar da. Dadgehê xwest firanên li kampan ji Wezareta Dadê bipirsin.       5'emîn danişîna doza 103 kesen ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di komkujiya GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Malbatên kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û parêzerên malbatan tev li danişînê bûn. Parêzerên ku di komîsyona 10'ê Cotmehê de têkildarî ewraqan mafê axaftinê girtin û parastin kirin. Di danişîna doza 16 bersûcên fîrar amade  nebûn.  Erman Ekîcî ku ji sûcê miroviyê girtî tê darizandin bi SEGBÎS'ê beşdar bû. Heyeta dadgehê piştî parastinan û navbera danişînê biryar da. Heyetê xwest der barê 16  bersûcên fîrar de ji Wezareta Dadê bipirsin û ji bo vê yekê jî xwest nivîsa muzekkerê binivîsin. Dadgehê dîsa xwest Ekîcî girtî bê darizandin. Heyetê danişîna dozê taloqî 21'ê Îlonê kir.