Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin 2020-07-16 14:50:56   AMED – Birça Keçikê ku ji ber qedexeyê 5 sal bûn girtî bû, piştî vekişandina polisan dê radestî DTSO’yê bê kirin. Ji bo ku Birca Keçikê bi navê “Navenda Çand û Hunerê” ji bazirganiyê re veke DTSO’yê milyonek û 200 hezar TL hîbe girt.   Birca Keçikê ya li navçeya Sûrê ya Amedê ku ji ber qedexeyan ji sala 2015’an ve girtî ye, radestî Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) tê kirin. DTSO, amadekarî dike ku piştî rabûna qedexeyê bircê bi navê “Navenda Çand û Hunerê” ji bazirganiya turîzmê re veke. Di vê çarçoveyê de dê bi Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar re hevkarî bê kirin û DTSO ji 2 saziyên milyonek û 200 hezar TL hîbe bigire.   TIŞTÊN LÊ BIRCÊN BÊN ÇÊKIRIN   Alîkarê Serokê Lîjneya Rêveberiya DTSO’yê Ercan Tayinlamak, derbarê mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo careke din birc bê aktîfkirin, piştî rakirina nuqteya kontrolê ya nêzî wê xebatan lê dest pê kiriye û wiha got: "Wê li bin bircê saloneke ku ji bo gelek tiştan bê bikaranîn, qada pêşengeh, qada fûayeyê bê çêkirin. Dîsa ser bircê jî bibe terasa temaşê. Li pêşiya bircê jî dê qadeke biçûk bê çêkirin û li vir dê jin karibin berhemên herêmî yên hildebrînin bifiroşin.”   PROJE QEBÛL BÛYE   Tayinlamak, destnîşan kir ku projeya wan ji aliyê Lîjneya Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandî ve hatiye qebûlkirin û ji bo projeya wan Îdareya Geşepêdanê ya Herêma GAP’ê 500 hezar TL û European Endowment for Democracy (EED) jî 89 hezar Eûro hîbedane wan.