Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune 2020-07-16 14:34:27   ENQERE - Parêzerên doza mexdûrên di Komkujiya GAR'ê ya 10'ê cotmehê de hatin kuştin, parastin kirin û bal kişandin ser kêmasiya delîlên dosyayê. Parêzeran diyar kirin ku sendelî heye, lê mextûr li holê tune ne û bertekên xwe anîn ziman.    5'emîn danişîna doza 103 kesen ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di komkujiya GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Beriya danişîna dozê dest pê bike, polîsan avahiya edliyê dorpêç kirin. Malbatên ku xwestin tev li danişînê bimin yek bi yek di kontrolê re derbas kirin. Piştî li nasnameyan nerîn malbat derbasî salonê kirin. Malbatên kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û parêzerên malbatan tev li danişînê bûn. Parêzerên ku di komîsyona 10'ê Cotmehê de têkildarî ewraqan mafê axaftinê girtin. Parêzer Eylem Sarioglu, bal kişand ser nivîsa ku ji midûriyeta polîsan hatiye û dixwaze bersûcên fîrar bê girtin û wiha got: "Di nivîsê de diyar dike ku bersûc Mustafa Delibaşlar li kampa SDG, Fadile Delîbaşlar li kampa Roj, Cebrail Kaya li kampa SDG, Îlhamî Balî jî bêyî nav diyar bike li kampa X dimîne. Ev nîşan dide ku ev îdeaneme çiqas ketober hatiye amadekirin. Me di serê dosyayê de jî diyar kir ku di vê îdeanameyê de têkiliya van kesan û rêxistina DAIŞ'ê ya li Dîrokê, nehatiye diyarkirin. Dîsa der barê çalakiyên wan ên berê de agahî nehatine komkirin. Pozisyona bersûcan baş nehatiye diyarkirin."    Parêzer Gamze Gokoglu jî bertek nîşanî nebûna bersûcan daû got: "7 danişîne em tên salonê. Lê li salonê sendeliyê vala li hemberî me ne. Em ji sendeliyê vala de di axivin. Divê li vir bersûc Omer Denîz Dundar hebe. Lê Dundar li holê tune ye. Tenê bi endamtiya rêxistinê tê darizandin. Di komkujiya Enqereyê de rola Dundar heye. di vê îdeanameyê de pozisyona wan nehatiye diyarkirin. Sibê Omer Deniz Dundar li ser sînor bê girtin û bixwaze ji efûya çalak sûdê bigire dê helwestek çawa bê nişandan ne diyar e."    Parêzer Gulşah Kaya jî der barê kampên ku bersûc lê dibîne de agahî dan û wiha got: "Me dizanîbû ku ev agahî tevahî li cem dewletê heye. Piştî ewraq hatin em fêr bûn ku ev rast in. Em fêr bûn ku Mustafa Delibaşlar li kampa SDG'ê ye. Hêj cihê Îlhami Bali wekî X  nîşan didin û nabêjin.    Li lîsteya Exselê de navê tevan tune ye. Miduriyeta polîsan a giştî ji midûriyetên 81 bajaran re lîsteya excelê şand. Lê di vê belgeya ku şandin dadgehê de navê tevan di lîsteyê te tune ye. Çima hemû lîsteyê bi dadgehê re parve nakin. Çima navê kampa Îlhamî Bali aşkere nakin. Çawa Midûriyeta polîsan a Dîlokê cihê Îlhami Bali tespît kirin?"     Parêzer Sinem Doganoglu jî anî ziman ku dibe ji bo wan di 10'ê Cotmehê de jiyan bi dawî bû. lê darizandinên li cîhanê didomin. Em dixwazin bersûc ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bên darizanin. Divê ev bersûc ji sûcên mirovahiyê bên darizandin.    Parêzer Îlke Işik jî xwest hemû bersûcên fîrar bên girtin û darizandin.   Heyeta dadgehê jî pişti parastinê navber da danişînê.