Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir 2020-07-16 14:12:19   AMED – Li Emniyeta Amedê 25 jinên 3 roj in tên ragirtin dest bi girtina îfadeya wan hat kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû destpêkirin derbarê 33 jinan de biryara girtinê hatibû derxistin. Di 14’ê tîrmehê de di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser malan de girt û 23 jin binçav kiribûn. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JINNEWS’ê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî di nav de hejmara jinên hatine binçavkirin derket 26 kesan.    Hat zanîn ku biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên jinan û tê diyarkirin ku ew ji ber beşdariya çalakî û şahiyan tên sûcdarkirin. Hayriye Demîr a 75 salî ku ew jî di çarçoveya lêpirsînê de li Licê hatibû binçavkirin duh biribûn Edliyê Amedê û piştî îfade dabû dozger hatibû berdan.    Li Emniyeta Amedê 3 roj in 25 jin tên ragirtin. Hat zanîn ku li Emniyetê îro dest bi girtina îfadeyê wan hatiye kirin. Parêzeran diyar kir ku ewilî îfadeyên endamên Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Ronda Bat û Rûken Şehîr û aktîvîsta TJA’yê Zeynep Sûncak hatine girtin.    Îfadeyên binçavkiriyên din jî li Emniyetê didome.