Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin 2017-12-31 14:59:07 WAN - Rojnameger Arif Aslan ê di 21'ê mijdarê de hat berdan û li ser îtîraza dozger dîsa der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.  Rojnameger Arîf Aslan ku tevî Rojnameger Selman Keleş di 20'ê Adarê de nûçe dişopandin û hatibûn girtin, 8 meh şûnde derxistibûn pêşerî dadgehê. Aslan ku di 21'ê Mijdarê de li dadgehê hatibû berdan, li ser îtîrza dozger dîsa der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn. Aslan ku der barê wî de biryara girtinê hebû hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Li bendê ye ku di nava rojê de Aslan bibin Dadgeha Nobedar.