Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin 2017-12-31 10:30:03 RÎZE -  Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê, bi rêya telefonê xwe gihandin malbatên xwe û tundî û pêkûtiyên ku li hemberî wan tên kirin, vegotin. Girtiyan diyar kirin ku Hasan Aslan ê 90 salî rewşa wî giran e û nayê dermankirin.  Tundî û pêkûtiyên li dijî girtiyan ji doza PKK û PAJK’ê li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne bê navber berdewam dikin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê, bi rêya telefonê xwe gihandin malbatên û bal kişandin zextên li dijî xwe. Girtiyan ragihand ku girtî Fesîh Sayak, Şahîn Yîgît, Hasan Aslan û Halît Îzer bi awayekî giran nexweşin û li gel ku sewqa xwe ya nexweşxaneyê dixwazin jî nayên sewqkirin û dermankirin. Girtiyan diyar kir ku hevalê wan Fesîh Sayak çend caran krîza dil derbas kiriye û li gel vê yekê jî sewqî nexweşxanyê nehatiye kirin.  Girtiyan qala hevalê wan Hasan Aslan ê 90 salî kir û da zanîn ku nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bibîne û rewşa wî gelek xetere. Li gel vê rewşê jî Aslan sewqî nexweşxaneyê nayê kirin û nayê dermankirin. Her wiha girtiya daxuyand ku hevalên wan ên ku birine nexweşxaneyê û telîlên wan girtine jî encamên telîlan ji wan re ranagihînin.  Girtiyan helwesta xwe ya li hemberî kincên yektîp ku ji aliyê AKP’ê ve bi KHK’ên dawî li ser wan hat ferzkirin jî aşkera kir. Girtiyan da anî ziman ku dê bi tu awayî kincên yektîp qebûl nekin û heta dawî li ber xwe bidin.