Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin 2017-12-31 10:27:40 EDENE /MÊRSÎN  - Serokê Baroya Edenê Parêzer Velî Kuçuk, bal kişand ser KHK’ên dawî û diyar kir ku bi vê KHK'ya dawî erka rêziknameya  Meclîsê carek din hat dizîn û wiha got: “Êdî dadger ne serbixweye û teslî vîna ‘zilamekî” hat kirin. Bi vê re kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin. Bertekên li dijî hêjmara 695 û 696 KHK’ên ku di çarçoveya OHAL’ê, di 24’ê Kanûnê de hatin derxistin, bajar bi bajar mezin dibin. Serokê Baroya Edenê Parêzer Velî Kuçuk, diyar kir ku bi KHK’ên hatin derxistin cardin erka rêziknameya Meclîsê hat dizin û wiha axivî: “Dê ev sererastkirin êdî nehêle karkerên taşeroşê mafê xwe bixwazin. Pêkanîna kincên yek tîpî yên mîna şêwazê girtîgehên DYA'yê qebûl kirin, tê wateya desthilatdariya ‘hikumdarê zilamekê’ avakirin.”   KADROYÊN ‘DARAZEK TENÊ’ AVA DIKIN’   Kuçuk, anî  ziman ku bi KHK’an dê 100 endamên nû Dadgeha Bilind û 16 endaman jî  Şuraya Dewletê tayîn bikin û wiha got: “Êdî daraz ne serbixwe ye, xwe teslîmê vîna ‘zilamekî’ kiriye. Ji darbeya 15’ê Tîrmehê û vir ve bi giştî 30 KHK hatin derxistin. Darbeya ku di sê rojan de hat tepisandin, ev salek û nive bandorek neyînî ser gel dike. Bi hinceta têkoşîna bi terorê re OHAL hat îlankirin, lê bi KHK’an ji derveyê armanca OHAL’ê bê hiqûqiyên mezin hatin kirin. Êdî ev bûye rêbazek hînbûnê. Di hemû mijaran de Serokomar biryarê dide. Ji bo xebitîna meclîsê  jî rewş wihaye. Ji xwe ve Qanûna bingehin serbixwe ye. Êdî heta bêje Tirkiye ji demokrasiyê dur ketiye.”       'VÎNA SED SALAN DÊ ÎHLAL BIKIN'   Kuçuk, bal kişand ser pêkanîna kincên yek tîpî jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêkanîn, rêbazeke îşkencê ye. Ev pêkanîn raste rast bi OHAL û KHK’an ve ne girêdayî ye.”   'DÊ HÎN ZÊDETIR MIROV BÊN KUŞTIN'   Sekreterê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Parêzer Ozgur Çaglar jî, diyar kir ku êdî tu eleqeya Tirkiyeyê bi dewleta hiqûqî re nemaye û wiha axivî: “Bi KHK’ên nû re dê hîn zêdetir mirov bên kuştin. Di KHK’ên nû de madeyên pir bi taloke yên xwe re gelek rîskan bînin hene. Bi vê awayî Tirkiye avêtin nava agir. Gel jî ji zinaran de avêtin.”   'EMÊ KEFEN LI XWE BIKIN, LÊ EM WAN KINCAN LI XWE NAKIN'   Li dijî pêkanîna kincên yek tîpî herî zêde girtiyan bertekên tund nîşan da. Kurê Mehmet Emîn Oruç ê li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê ya Edenê Muslum Oruç, di hevdîtin tiştên bavê wî jêre gotin, ragihandin.    Oruç, tiştên bavê wî jêre gotin wiha anî ser ziman: “Li girtîgehê êrîşên giran hene. Bêmafî û bê hiqûqû di asta herî jor dene. Girtiyên FETO, DAIŞ û edlî di heman korîdorê de radiwestînin. Mafên me yên civakî nadin me. Hevdîtinên girtî kirine 15 deqe û yên vekirî jî kirine 30 daqe. Hevdîtina telefonê ya 10 deqan bi awayekê keyfî kirin 3 û 4 deqe. Nameyên me nadin me û nameyên me naşînin. Dest datînin ser nameyên em yên em ji sazî û dezgehan re dişînin. Rayedarên girtîgehê dest danîn ser 2 hezar û 500 pirtûkên me. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”   Oruç, da zanîn ku rayedarên girtîgehê dest bi ferzkirina pêkanîna kincên yek tîpî kirine û wiha got: “Girtiyan gotin ew kefin jî li xwe bikin dê kincên yek tîpî li xwe nekin. Em pêkanînên dij mirovîne. Emê vê yekê qebûl nekin. Dixwazin girtina bê rûmet bikin û sûcdar nîşan bidin. Ji xwe li girtîgehan niha êrîşên dijwar hene. Dê bi vê pêkanînê re êrîş dê mezintir bibin. Em her tim piştgiriyê didin girtiyan. Ger girtî kefen li xwe bikin, em li va ye liv ir in. Em ê bi girtiyan re li ber xwe bidin. Dê girtî û malbatên wan çi dibe bila bibe, dê liberxwe bidin.”