Endama Komeleya Jinan a Rosa Gultekîn hat berdan 2020-07-13 15:38:39   AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosa Fatma Gultekîn, di yekemîn danişîna doza lê hatibû vekirin de hat berdana.     Yekemin danişîna doza derbarê yek ji damezrînerên Komeleya Jinan a Rosa Fatma Gultekîn a di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya bi rêve bir de hatibû binçavkirin û di 24'ê Gulanê de jî hatibû girtin, hat dîtin. Danişîn li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gultekîn ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû.     Di daneşîna ku endamên jin ên KESK'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  xwestin tevli bibin de tenê ji bo malbata Fatma û 6 parêzeran destûr hat dayîn.     Piştî Gultekîn û parêzerên wê parastin kirin, îfadeya şahid Sercan Denîz hat girtin. Dadgehê daxwaza Denîz a bi hinceta ewlekariyê kes di salona dadgehê de nemîne qebûl kir. Şandeya dadgehê li ser vê yekê hemû temaşevan ji salona dadgehê derxistin.   BIRYARA BERDANÊ   Dadgehê, piştî navberek kurt biryara berdana Gultekîn da û danişîn taloqî 25'ê Cotmehê kir.