Li Giyadînê serdegirtina şaredariyê hat şermezarkirin 2020-07-13 15:25:42 AGIRÎ – Binçavkirina hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a HDP’î û dorpêçkirina avahiya şaredariyê, li navçeyê hat şermezarkirin.     Îro serê sibehê polisan bi ser mala Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar de girt û ew binçavkirin. Piştre jî avahiya şaredariyê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku kes bikeve avahiyê. Parlamenterên HDP’ê yên Agiriyê Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di nav de gelek kes ji avahiya HDP’ê ya Giyadînê çûn ber avahiya şaredariyê û xwestin ku binçavkirina Hevşaredar Yaşar û dorpêçkirina avahiya şaredariyê, şermezar bikin.  Polisan, biryara walîtiyê ya qedexekirina çalakiyan hincet nîşan da û gotin ku wê destûr nedin çalakiyê. Parlamenter Koç û Taşdemîr bertek polisan da û gotin ku heke destûr neyê dayîn dê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Li ser vê yekê destûr hat dayîn ku li ser kuçeya ku avahiya şaredariyê lê ye, çalakî bê lidarxistin.    KOÇ: HIQÛQA DARBEYÊ   Parlamenter Koç, diyar kir ku tu aliyekî hiqûqî yê binçavkirina Hevşaredar Yaşar tuneye û ev tişt got: “Li welat “hiqûq û siyaseta darbeye” tê meşandin. Em daxwaz dikin ku demildest hevşaredara me bê berdan û dorpêça li ser şaredariyê bê rakirin. Wê gel li vîna xwe xwedî derkeve. Em ê qet vê xespkirina vînê qebûl nekin.”   ‘KES NIKARE LÊGERÎNA ME YA AZADIYÊ ASTENG BIKE’   Parlamenter Taşdemîr, bi lêv kir ku her roj bi “neheqiyên” desthilatê şiyar dibin û ev tişt anî ziman: “Dizî û talankirin tê armanckirin. Em qeyûman baş nas dikin. Biçin li Amed û Mêrdînê binêrin ku qeyûm çawa çavkaniyên gel dixwin û li alîgirin xwe parve dikin. Bila desthilata AKP’ê baş bizanibe ku em ê serê xwe ji van polîtîkayên faşîst re netewînin. Wê kes nikaribe lêgerîna me ya azadiyê desteser bike. Kesên neyartiya kurdan kirine winda kirine, wê AKP jî winda bike.”   Piştî axaftinan dûrişmeyên “wê qeyûm biçin gel bê” û “wê AKP hesab bide gel” hatin berzkirin. Piştre jî heta avahiya HDP’ê meş hat lidarxistin.