Ciwanan ji bo Pirsûsê banga têkoşînê kirin 2020-07-13 14:44:03 STENBOL - Endamên SGDF’ê zextên di pêvajoya kampanya “edaletê” ya ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, dabûn dest pê kirin de rastî hatin ragihandin û gotin: “Em bang li hemû bindest û yên dixwazin edaletê qezenc bikin dikin ku dakevin kolanan û têbikoşin.”   Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) derbarê zorî û zextên, di pêvajoya kampanya  “Edaletê” ya ji bo 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de dabûn dest pê kirin, rastî hatin de, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê hatdayîn. Endamên SGDF û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bûn beşdarî daxuyanî bûn. Pankarta “Rêwiyên xewn û xeyalan nayin astengkirin” di daxuyaniyê de hat vekirin.   Endamê SGDF’ê Fûrkan Polatkan, daxuyanî da û wiha axivî: “Ev 5 salin doza Komkujiya Pirsûsê dewam dike. Daxwazên parêzerên me nayin qebûlkirin. Dîsa şexsên bersûc tên parastin. Di heman demê de berpirsiyarên siyasî yên komkujiyê nayin darizandin. Ji bo ku edalet bê bi cih anîn me dest bi  kampanyayê kir. Em vê kampanya xwe li kolanan dewam dikin. Em rastî gelek zor û zextan hatin. Ji bo 33 rêyên xewn û xeyalan em bang li h emû kesan dikin ku têkoşîna edaletê bi rêve bibin.”