Ji bo hevdîtinên demokrasiyê yên li Amedê bang kirin 2020-07-13 14:41:55  AMED – Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan, diyar kir ku di çalakiyên ku di çarçoveya hevdîtinên xwe yên demokrasiyê de li Amedê li dar bixin de bale bikişînin ser operasyonên derveyî sînor û rewşa li girtîgehan û banga tevlîbûnê li gel kir.    HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ku dê di çarçoveya “Bernameya Tekoşîna Demokratîk” de li dar bixe, beriya çend rojan dabû. Di çarçoveya bernameya gotina mijarê ye de sibê ji bo balkişandina ser pirsgirêkên ku girtî dijîn, li ber derê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, daxuyanî bide çapameniyê. Dîsa ji bo balkişandina ser operasyonên derveyî sînor ên li dijî Herêma Kurdistanê ya Federe, Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan, di 17’ê tîrmehê de bi nûnerên partiyên kurd re li Parqa Koşûyolûyê daxuyaniyek bide çapameniyê.    ‘EM Ê BANGÎ HIKUMETÊ BIKIN’   Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku dê sibê saet di 17.00’an de bi tevlîbûna partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û xizmên girtiyan li ber derê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek bidin. Ceylan, da zanîn ku di daxuyaniyê de dê bal bikişînin ser neheqiya di pergala înfazê de û rewşa girtiyên nexweş û parêzerên rojiya mirinê de ne û wiha got: “Em ê hemû bi hevre li ber girtîgehê dengê xwe bilind bikin û bangî hikûmetê bikin.”   BANG LI GEL   Di berdewamê de Ceylan, bi lêv kir ku wê di 17’ê Tirmehê de jî li Parqa Koşûyolûyê bin û li dijî operasyonên derveyî sînor ên li ser Herêma Kurdistanê ya Federe derkevin û êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê teşhir bikin û bang li gel kir ku beşdarî her çalakiyên wan jî bibe.