Olûç: Şaredariyên xebatên jinan bi rêve dibin di hedefê dene 2020-07-13 14:19:29 ENQERE – Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan OLûç, bertek nîşanî serdegirtina Şaredariya Giyadê da û got: “Desthilatdarî dijminê  şaredariyên xebatên gel û jinan dike ye.”    Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, civîna  çapemeniyê li Meclîsê li dar xist û pêşketinên di rojevjê de nirxandin.   Olûç, bal kişand ser birîna ava gundê Doguş a navçeya Nisêbîn a Mêrdîn û wiha axivî: “Welatî li me digerin û dibêjin heywanên wan ji bê avî dimirin. Bi heftane em bang li DEDAŞ’ê dikin. Lê DEDAŞ guh nade bangên me û pêkanînên xwe yên dij mirovahiyê dewam dike. Ev kiryarên DEDAŞ’ê nayin qebûl kirin. Birîna ceyranê û ava welatiyan pêkanînên dij mirovahiyê ne. Gelê wê herêmê perişan bûye. Divê demildest ava gundan bê dayîn.”   AKP’YE SEÇMEN ELEŞTİRİSİ     Olûç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em ne tenê derde hilbijêrên xwe dene. Navçeyên Kaniya Xezalan û Herran ên Rihayê ne hilbijêrin HDP’ê ne. Hilbijêrên AKP’ê ne. Em bang li desthilatdariyê dikin, hûn dikarin xwedî hilbijêrên xwe derkevin. Hûn DEDAŞ’ê hişyar nakin û rexne nakin. DEDAŞ şaşiyên mezin dike, lê ev ne di xema w edeye. Bêwijdaniyek wiha nabe.”    ŞAREDARIYA GIYADINÊ   Olûç bertek nîşanî serdegirtina Şaredairya HDP’ê ya Giyadinê û binçavkirina Hevşaredar Betul Yaşar da û wiha bilêv kir: “Dorpêçkirina şaredariyê, tê wateya amadekariya qeyûm. 11 şaredariyên me mane. Em baş dizanin wê qeyûm tayînê wan jî bikin. Desthilatdarî dijminê şaredariyên xebatên gel û jinan dike ye. Ji berk u Şaredariya Giyadinê di heftiyên dawî de karên ji bo gel û jinan kirin, îro dorpêç kirin û serde girtin. Şaredariya Giyadinê di heftiya derbas bûyî de Bazara Kê ya Jinan vekiribû û dest bi projeya navenda şêwirmendiya jinê kiribû. Bi tayînkirina qeyûm dixwazin xebatên jinan ji holê rabikin.”   BANGAWAZIYA BINPÊKIRINÊN MAFAN   Olûç, da zanîn ku hewldanên sansur kirinê hene û wiha bilêv kir: “Ji bilindbûna dengê mûxalefetê acizin. Ji îfadekirina binpêkirinên mafên mirovan, ne rehetin. Ji ber vê cezayê girtinê didin TV’iyan. Qedezeyên îlanan didin rojnameyan. Dixwazin medya civakî li Tirkiyeyê bigirin. Ji ber vê di qada ragihandinê de pirsgirêkên cîdî yên azadiya raman û îfadeyê hene. Li Tirkiyeyê, ji dawiya sala 2019’an ve 408 hezar û 494 sîteyên webê hatin astengkirin. Hejmarek wisan mezin heye. Ji xwe li Tirkiyeyê sîteyên webe û medya civakî kes nikare bi awayekê azad bi kar bîne.”     Olûç di dawiya axaftina xwe de ev hişyarî ji bo desthilatdariyê kir: “Emê li dijî guhertin û girtina medya civakî derbikevin. Hemû cîhan hewl dide pirsgirêkên li dijî medya civakî çareser bikin, lê desthilatdariya AKP’ê ji bo pêşiya rexneyên li ser medya civakî û dîjîtal bigire, dixwaze asteng bike. Ger medya civakî û dîjîtal bê girtin wê ev herî zêde zirarê bide desthilatdariyê.”