3 girtî ji bo mafê xwe yê tedawiyê di greva birçîbûnê de ne 2020-07-13 12:20:31 OSMANIYE – Li Girtîgeha Osmaniyeyê, ji berk u mafê wan ê tedawiyê hatiye astengkirin, 3 girtî ji 6’ê tîrmehê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.   Li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, girtiyên bi navê Mehmet Farûk, Engîn Baver Başar û Îbrahîm Halîl Karataş ku ji doza Nisêbînê tên darizandin, ji ber ku mafê wan ê tedawiyê hatiye astengkirin, ji 6’ê tirmehê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.    Girtî Engîn ku parçeyek şarapnele di lingê wî yê çepê de ye, ji salekê zêdetir e sewqî nexweşxaneyê nayê kirin û mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin. Hat hînbûn ku Başar û Karataş jî ji bo şermezarkirina binpêkirina amfê tedawiyê yê Engîn tevlî çalakiyê bûne.    Tenê axwaza girtiyan, rakirina astengiyan a li pêşiya tedawiyê ye.